Li Xezzeyê di 24 saetên dawî de 3 kes hatin şehîdkirin
Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara şehîdên di êrîşên rejima îşxalker a li ser Xezzeyê de gihîştiye 73 hezar û 329 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 9 kesan.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê di daxuyaniyekê de ragihand ku di 24 saetên dawî de sê şehîd û 12 birîndar ji bo nexweşxaneyan hatine anîtin.
Raporta rojane ya îstatîstîkî ya wezaretê diyar kir ku du ji kesên nû hatine şehîdkirin rakirine nexweşxaneyan, û yê sêyem jî ji ber birînek berê şehîd ketîye.
Wezaretê destnîşan kir ku di bin kavilan û li kolanan de, li deverên ku ekîbên ambûlans û parastina sivîl hêna negihîştine wan, gelek qurbanî hene.
Li gorî wezaretê, ji peymana agirbestê ya 11ê Cotmehê vir ve, hejmara şehîdan gihîştiye 1203, hejmara birîndaran gihîştiye 3900 û cenazeyên 803 şehîdan jî hatine dîtin.
Li gorî daneyên wezaretê, hejmara şehîdên ku di êrîşên rejîma îşxalker a sîyonîst de li ser Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hatine kirin, gihîştiye 73 hezar û 329 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 009 kesan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Erebistana Siûdî ragihand ku pergalên wê yên parastina asmanî dronên ku ji alîyê Iraqê ve dihatin asteng kirin.
Di rojekê de, zêdetirî 1800 welatiyên Efxenistanê ji derveyî welt vegeriyan welatê wan.
Li gorî raporên medyaya Fransayê, li Parîsê di êrîşeke bi kêrê de sê kes birîndar bûn û şikdar jî hatiye girtin.