Xwepêşandana xwendekaran a ku hatibû plankirin îro li Parîsê bê lidarxistin, hat qedexekirin
Rayedarên Parîsê xwepêşandana xwendekaran a ku ji bo roja Pêncşemê hatibû plankirin qedexe kirin.
Parêzgeha Polêsan a Parîsê diyar kir, "Roja Pêncşemê, 22ê Cotmeha 2026an, ji saet 8:00ê sibê heta 8:00ê êvarê, qedexe ye ku kes di meş, paradîsyon û kombûnan de amade bibin û bigerin."
Daîreya polêsan wekî sedem "asta bilind a tehdîda terorê" û "metirsiya aloziyan" destnîşan kir.
Sendîkaya xwendekaran li hember qedexeyê bertek nîşan da û ew wek zexta polês û rêveberiyê bi nav kir û diyar kir ku ew ê mijarê bibin dadgehê.
Yekîtiya xwendekaran diyar kir, "Em banga yekîtîya herî berfireh li dijî rewşa bêçare ya zordar a ku hikûmetê welat xistiye nav wê dikin. Divê em vê yekê paşguh nekin; em amade ne ku li dadgehê li dijî qedexeyê îtîraz bikin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî nûçeyan, Muhafizên Şoreşê yên Îranê çekek nû pêşxistine ku jê re 'bavê hemû bombeyan' tê gotin.
9 kesên ji Xezzeyê yên ku di zindanên sîyonîstan de êsîr hatibûn girtin, serbest hatin berdan.
Li gorî çavkaniyan, Iraqê deriyê sînorî yê Şeyb ê bi Îranê re girt da ku rewşa ewlehiyê binirxîne.