Wezîrê şer ê rejima îşxalker Tirkiyeyê tehdîd kir
Wezîrê Şer ê sîyonîstan Yisrael Katz, behsa Serokkomar Recep Tayyip Erdogan kir û îddîa kir ku Tirkiye li Sûrîyeyê "xwe dixe nav serpêhatiyên xeternak" û tehdîd kir ku ew ê ti kiryarek li dijî wan qebûl nekin.
Siyonîst Katz, di posteke xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de bi zimanê Tirkî got, "Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan Tirkiyeyê dikişîne nav serpêhatiyên xeternak ên li Sûrîyeyê."
Katz bi gotinên jêrîn Tirkîyeyê tehdîd kir:
"îsraîl rê nade ti aktor ewlehiya wê tehdît bike. Ji bo Erdogan çêtir e ku retorîka xwe ya nerast û xeyalî ya li dijî îsraîlê li Meclîsê bidomîne, ne ku hewl bide biryardariya îsraîlê ya ji bo parastina xwe biceribîne."
Rejîma îşxalker di 18ê Tebaxê de bi îddîaya ku Tirkîye li wir "cihê leşkerî ava dike" êrîşî baregeha hewayî ya Ebû Zuhur a li nêzîkî sînorê Tirkîyeyê kir.
Rayedarên Sûrîyeyê hebûna Tirkîyeyê li baregehê red kirin û diyar kirin ku planeke wisa tune ye. Wezareta Parastina Neteweyî jî îro diyar kir ku "berî êrîşa îsraîlê û di dema wê de jî li baregeha hewayî ya Ebû Ez-Zuhur a Sûrîyeyê tu şandeyeke leşkerî ya Tirkîyeyê tune bû."
Wezaretê diyar kir, "Ji bo aştî û aramiya hem Sûrîyeyê û hem jî herêmê, pir girîng e ku îsraîl dev ji van êrîşên bêwijdan berde û şertên qanûnên navneteweyî bicîh bîne. Em ê di çarçoveya prensîba 'artêşa yekane' de piştgiriyê bidin Sûrîyeyê di hewldanên wê yên ji bo avakirina binesaziya xwe û kapasîteya leşkerî de." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî modelek îstatîstîkî ya Enstîtuya Robert Koch (RKI), ku bi Wezareta Tenduristiyê ya Elmanya ve girêdayî ye, hejmara mirinên ji ber germahiyê li welat ew ê di sala 2026an de bigihîje 14.000î.
Serokê Emrîkayê Donald Trump "operasyoneke aborî" ya bêhempa li dijî Îranê ragihand û welatên ku piştgirîya rejîma Tehranê dikin bi encamên aborî yên giran tehdîd kir.
Li Zamboî, li rojavayê Komara Efrîqaya Navîn (CAR), nêzîkî sînorê Kamerûnê, di encama hezazê de li qadeke madenê zêr zêdetirî 100 kesan canê xwe ji dest dan.