Wezîrê Karên Derve yê Sûrîyeyê di NYyê de axivî: Divê mueyyîdeyên ji Sûrîyeyê re têne tetbîqkirin bi lez û bez bên rakirin

Wezîrê Karên Derve û Xerîbîyê ya Sûrîyeyê Esad Eş Şeyban, bal kişand ku rakirina mueyyîdeyên ku ji ber sûcên rejima berê ji Sûrîyeyê re hatine tetbîqkirin û got divê bi lez û bez bên rakirin.
Şeybanî di Sazîya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axivî û îfade kir ku heger xizmetên bingeh neyên dayîn divê Sûrîye ji nû ve ji pevçûnê re vegere.
Esad Şeybanî ragihand ku Sûrîyeya nû ew ê ji bo ti herêmekî nebe çavkanîya bêîstîqrarîyê.
Şeybanî derheqê êrîşên rejima îşxalker de jî axivî û îfade kir ku îxlalên sînora welat ên bi êrîşên asîmanî, bi zelalî îxlalkirina hiqûqa navneteweyî ye û ev jî tenê wê ji bo Sûrîyeyê nebe, ji bo hemû herêmê bibe sedema bêîstîqrarîyê. Divê NY û eleqederên dinê dest bi tevgerê bikin.
Esad eş-Şeybanî di dawîya axavtina xwe de weha got, “Hûnê ku di rojên herî tarî yên Sûrîyeyê de li cem me bûn, temsîlvanên civaka navneteweyî, li cem edalet û mafdaran bisekinin. Îro jî dema ku em dixwazin rûpelekî nû vebikin, di vê rê de dixwazin ku bi we re bimeşin. Ne ku tenê ji bo edaletê, ji bo tesîra aştî û pêşgirtina pevçûnan jî. Werin em tev bi hev re van mueyyîdeyên ku bermayînên berê ne û yek alîye rabikin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku agirê daristanan ê ku li herêma çiyayî ya Qudsa îşxalkirî derketiye hêna jî nehatiye kontrolkirin.
Komeke sîyonîstên îşxalker, di bin parastina polêsên îşxalker de ketin nav hewşa Mesîcîdî Eqsayê.
Hat îfadekirin ku Pakistanê ji balafirên ji tîpa Rafaleyên aîdê Hîndistanê ku li herêma Keşmîra Pakistanê difirîyan re bersivê da.
Rejima îşxalker a sîyonîst tehdîd kir ku heger çalakîyên çekdar ên ku li dijî Durizîyan têne kirin berdewam bikin wê êrîşî axên Sûrîyeyê bikin.