Wezîrê Derve yê Sûrîyê Şeybanî bi nûnerê Amerîkî Barrack re civiya
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed Hesen Şeybanî li Stenbolê bi Balyozê Emrîkayê yê li Enqerê û Nûnerê Taybet ê Emrîkayê yê ji bo Sûrîye û Îraqê Thomas Barrack re civiya.
Li gorî daxuyaniyek ji Wezareta Derve ya Sûrîyeyê, di civîna Şeybanî û Barrack de li Stenbolê li ser baştirkirina têkiliyên di navbera her du welatan de û geşedanên dawî yên li herêmê nîqaş hatine kirin.
Di hevdîtinê de her wiha li ser pêşîniyên têkildarî vejandina aboriya Sûrîyeyê jî axivîn.
Di vê çarçoveyê de, li ser rakirina tevahî ya dorpêçên li ser Sûrîyeyê û lezandina pêvajoya ji nû ve avakirina welêt nîqaş hatin kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku heke Umman li Tengava Hurmuzê çalakiyên leşkerî û bazirganî asteng bike, ew ê êrîşî wî bikin.
Wezareta Karên Derve ya Sûrîyeyê êrîşa hewayî ya rejîma sîyonîst li ser Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhur li Îdlibê şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş "îxlalkirineke eşkere" ya serwerî û yekparçeyiya axa Sûrîyeyê ye.
Li gorî anketeke hevbeş a Reuters û Ipsosê, rêjeya pejirandina Serokê Emrîkayê Donald Trump daketiye ji sedî 33ê, di heman demê de ji sedî 80ê Emrîkiyan bawer dikin ku şerê bi Îranê re ew ê dirêj bibe.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezzeyê ragihand ku hejmara Filistîniyên ku di êrîşên îşxalkeran de ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve şehîd bûne gihîştiye 73 hezar û 400î û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 312an.