Trump tehdîdên nû li ser Tengava Hurmuzê dixwe: Em ê Ummanê bombebaran bikin
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku heke Umman li Tengava Hurmuzê çalakiyên leşkerî û bazirganî asteng bike, ew ê êrîşî wî bikin.
Serokê Emrîkayê Donald Trump di axaftina xwe de bi nûçegihanê Fox News Trey Yingst re bi tundî bertek nîşanî îhtîmala destwerdana Ummanê di operasyonên Amerîkî yên li herêmê de da û got, "Eger Umman rê li ber me bigire, em ê wan bi tundî bombebaran bikin."
Trump diyar kir ku dorpêça deryayî û zexta aborî ya li ser rejîma Tehranê ew ê berdewam bike, û peyama "Ez ne bi lez û bez im, divê Îran teslîm bibe" da.
Di hevpeyvînê de, Trump îddîa kir ku kanalên veşartî yên têkiliyê bi rayedarên Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê re hene û kiryarên Tehranê wekî "blof" bi nav kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Karên Derve ya Sûrîyeyê êrîşa hewayî ya rejîma sîyonîst li ser Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhur li Îdlibê şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş "îxlalkirineke eşkere" ya serwerî û yekparçeyiya axa Sûrîyeyê ye.
Li gorî anketeke hevbeş a Reuters û Ipsosê, rêjeya pejirandina Serokê Emrîkayê Donald Trump daketiye ji sedî 33ê, di heman demê de ji sedî 80ê Emrîkiyan bawer dikin ku şerê bi Îranê re ew ê dirêj bibe.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezzeyê ragihand ku hejmara Filistîniyên ku di êrîşên îşxalkeran de ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve şehîd bûne gihîştiye 73 hezar û 400î û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 312an.