Welatên Ereb ji biryara Girên Golanê ya Kolombîyayê re bertek nîşan dan
Xeyn ji Erebistana Siûdî, Kuweyt, Urdun û Lubnanê Yekîtîya Ereban û Konseya Hevkarîya Kendavê naskirina serxwebûnîya qaşo ya rejima îşxalker a Girên Golanê ya axên Sûrîyeyê ya ji teref Kolombîyayê ve şermezar kirin.
Welatên Ereb, destnîşan kirin ku ev biryara ku ji teref Kolombîyayê hatîye girtin ne li gorî biryarên hiqûqa navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî ye, bang kirin ku bila bireveberîya Bogotayê ji vê biryara xwe paşgav bavêje.
Kolombîyayê, serxwebûnîya Girên Golanê ya ku ji 1967an vir ve di bin îşxala rejima sîyonîst de ye û bi rastîn ew axa Sûrîyeyê nas kir. Ev biryar û naskirin di alema Ereban de bû sedema bertekeke mezin.
Bi tevî Erebistana Siûdî, Kuweyt, Urdun û Lubnanê Yekîtîya Ereban û Konseya Hevkarîya Kendavê jî biryara Kolombîyayê red kirin û bal kişandin ku Girên Golanê li gorî hiqûqa navneteweyî axên Sûrîyeyê ne.
Kolombîya piştî Emrîkayê bû welatê duyemîn ya ku serxwebûnîya Girên Golanê nas kirîye. Bi vê naskirinê tê gotin ku qaşo Girên Golanê ne axên Sûrîyeyê ne, ew aîdê rejima îşxalker in. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma sîyonîst Mizgefta Îbrahîmî li El Xelîlê, li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî, bi hinceta cejnên Cihûyan ji bo misilman û mêvanan girt. Îşxalkerên ku ji bo vekirina wê ji bo niştecihan li dora mizgeftê tedbîrên ewlehiyê yên giran girtin, her wiha li El Xelîlê û derdora wê êrîşî malên Filistîniyan kirin.
Ji ber êrîşên ÎHAyê yên li dijî tesîsên petrolê ya li bajara Zeavîye ya Lîbyayê şewatek mezin derket.
Parlamentoya Lubnanê, pêşnûmeqanûna ku cezaya îdamê radike bi piranîya dengdayînê qebûl kir. Dema ku ev biryar bikeve merîyetê ew ê Lubnan bibe welatê ewil a ku li Rojhilata Navîn bi fermî cezaya îdamê radike.
Koreya Bakur, li dijî peravên behrê ya ku Emrîka û Koreya Başûr tetbîqata leşkerî pêk dianîtin fuzeyeke balîstîkî avêt. Artêşa Koreya Başûr îfade kir ku fuze ji 700 kîlometreyî zêdetir bûye û li dûrê Japonyayê ketîye xwarê.