Lubnan cezaya îdamê radike
Parlamentoya Lubnanê, pêşnûmeqanûna ku cezaya îdamê radike bi piranîya dengdayînê qebûl kir. Dema ku ev biryar bikeve merîyetê ew ê Lubnan bibe welatê ewil a ku li Rojhilata Navîn bi fermî cezaya îdamê radike.
Pêşnûmeqanûna ku bi 128 dengan hat piştgirîkirin, wê piştî erêkirina Sazîya Wezîran were îmzekirin û ji Serokkomar Joseph Avn re were şandin.
Heger ev qanûn bikeve merîyetê ew ê Lubnan bibe welatê ewil a ku li Rojhilata Navîn cezaya îdamê radike. Hat îfadekirin ew ê ji cîhê cezaya îdamê re, cezaya muebbetê were û di nav vêya de xebitandina karên giran jî heye.
Hat îfadekirin ku ev pêşnûmeqanûn bi piranîya dengdanîya erê ya parlamenteran hat qebûlkirin, lê parlamenterên Hîzbullahê dengdayînên dijber dan. Hikûmeta Lubnanê jî berîya dengdayînê ji xwe gotibû ku ew ê piştgirîyê bidiN. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Ji ber êrîşên ÎHAyê yên li dijî tesîsên petrolê ya li bajara Zeavîye ya Lîbyayê şewatek mezin derket.
Koreya Bakur, li dijî peravên behrê ya ku Emrîka û Koreya Başûr tetbîqata leşkerî pêk dianîtin fuzeyeke balîstîkî avêt. Artêşa Koreya Başûr îfade kir ku fuze ji 700 kîlometreyî zêdetir bûye û li dûrê Japonyayê ketîye xwarê.
Xeyn ji Erebistana Siûdî, Kuweyt, Urdun û Lubnanê Yekîtîya Ereban û Konseya Hevkarîya Kendavê naskirina serxwebûnîya qaşo ya rejima îşxalker a Girên Golanê ya axên Sûrîyeyê ya ji teref Kolombîyayê ve şermezar kirin.