Unsurên PKKê bi fermî tevlî sîstema ewlehîya Îraqê bûn
Li Çîyayê Şengalê unsurên PKKê bi merasîmeke leşkerî ya hevpar ragihandin ku wan dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya serbixwe aniye û tevlî sîstema ewlehîya Îraqê bûye.
Di daxuyaniya fermî de hat ragihandin ku bi giştî 4 hezar û 165 unsur bi tevî çekên xwe ketine bin fermandariya hikûmeta navendî ya Iraqê.
Çek teslîmî kontrola dewleta Îraqê tên kirin
Di merasîma ku peyama Serokwezîrê Iraqê Alî Zeydî hat xwendin de hat destnîşankirin ku ev gav, ji bo xurtkirina otoriteya dewletê ya li Şengalê, komkirina çekan di destê dewletê de û radestkirina ewlehiya Çiyayê Şengalê ji meqamên federal re, merhaleyek krîtîk e. Nûnerên hikûmeta navendî zirar û ziyanên malbatên Êzîdî yên ku ji terorê mexdûr bûne ew ê bên qerebukirin, tezmînat wê ji wan re bê dayîn û Şengal ew ê ji nû ve bê avakirin.
Bi vê tê armanc kirin ku avahiya ewlehiyê ya pirserî bi dawî bibe û asayîşa Şengalê bi temamî ji aliyê hêzên Iraqê ve bê temînkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşên li ser deverên cuda yên Şerîda Xezzeyê de heft Filistînî ku di nav wan de keçek biçûk bû hatin kuştin û gelekên din jî birîndar bûn.
Netanyahu di peyamekê de ku di 26ê Cotmeha 2026an de hat weşandin, îddîa kir ku ger Komara Îslamî ya Îranê xwediyê çekên nukleerî be, hemû mijarên din ew ê bêwate bibin.
Serfermandarê Giştî yê Îranê û Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul-Enbîya, Tumgeneral Alî Abdullahî, derbarê trafîka keştîyan li Tengava Hurmuzê de got: "Berevajî îddîayên Serokê Emrîkayê Donald Trump ên bi rêya çapemenî û propagandayê ku Tengava Hurmuzê vekiriye, ev rêya avê ya stratejîk bi tevahî girtî ye û di bin kontrola Hêzên Çekdar ên Îranê de ye."