UNICEF: îsraîl li Xezzeyê di nav 2 rojan de 45 zarokan kuşt

Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), daxuyand ku di nav du rojan de li Xezzeyê 45 zarok ji teref rejima sîyonîst ve hatin qetilkirin.
Di daxuyanîya ku hat dayîn de, bal hat kişandin ku zarokên li Xezzeyê bi birçîbûnîyê re micadeleyê didin û di heman demê de jî dûçarê êrîşên wehşîyane dibin.
UNICEF, ji civaka navneteweyî re ji bona ku êş û mirinên ku zarok dijîn bi lez bêne sekinandin daxwazîya tevgerê kir.
Bi tevî vêya WHO jî diyar kir ku binesazîya tenduristîya Xezzeyê bi giranî ji êrîşên sîyonîstan tesîrdar bûye.
Hat diyarkirin ku Nexweşxaneya Ewrûpa ya li Xan Yûnisê ji ber êrîşan nikare xizmetê bide û ji ber vê yekê tedawîyên (cerrahîya mêjî, qelb û qansêrê) hatine sekinandin.
UNICEF û WHO daxuyaneke hevpar dan ku bila êrîşên li dijî sîvîlan bêne sekinandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Emrîkayê ji ber bablîsok û bahozê li wîlayeta Kentuckyê 14, Missouri 7, Virginiayê jî 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Rêberên Spanya, Norwêc, Îzlanda, Îrlanda, Luksemburg, Malta û Slovenyayê li hember qeyrana mirovî ya li Xezzeyê hişyariyek tund dan rejîma sîyonîst û xwestin ku dorpêçê rake û tavilê agirbestê pêk bîne.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Derdor û Tenduristî ya Yemenê ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku heta niha di êrîşa îşxalkeran de sîvîlek şehîd bû, 11 kes jî birîndar bûn. Di navbera cîhên ku hatin hedefgirtin de Benderên Hudeyde û Salîfê jî hene.
Wekîla qaşo ya rejima sîyonîst Michal Waldiger, di daxuyanîya ku ji Knessetê re da de kuştina zarokên Filistînî parast. Bal hat kişandin ku daxuyanîyên Waldigerê, “Bi zelalî propagandaya sûca herbê” ye, banga tehqîqatê hat kirin.