Trump tehdîdekî kustax kir: Divê bi lez û bez Tehran bê tehlîyekirin, gerek wê peymanê îmze bikirana

Serokê Emrîkaya îşxalker Donald Trump, li ser gengeşîya Îran-rejima sîyonîst Lûtkeya G7 a li Kanadayê zû terk kir û çû Washingtonê. Trump ku li dijî Tehranê daxuyanîyên tehdîdane kir weha got, “Ez naxwazim li Îranê çekên nukleerî bibinîm, gavên ku hewcene em ê bavêjin.”
Serokê Emrîkaya îşxalker Donald Trump, piştî zêdebûna gengeşîya Îran û rejima îşxalker Lûtkeya Serokên G7yê ku li Kanadayê dihat tertîpkiri zû ter kir. Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt, di daxuyanîya xwe de îfade kir ku Trumpê, “Ji ber cîddîyeta meseleyên li Rojhilata Navîn” piştî şîva ku bi serokên welatên di lûtkeyê de xwar vegere Washingtonê.
Trumpê, piştî hevdîtina ku bi Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer re kir daxuyanî da û ji rojnamevanan re got, “Ez li Îranê çekên nukleerê naxwazim ku bibînim û ji bona ku ev tişt çênebe çi hewcebe wan gavên davêjin.”
“Divê bi lez û bez hemû kesên li Tehranê bêne tehlîyekirin”
Trumpê, îfade kir ku ew berê ji Îranê de derheqê meseleya bernameya nukleerê de 60 roj qewl daye encax Tehran di vê pêvajoya peymanê îmze nekirîye. “Min ji Îranê de 60 roj qewl da lê ew gotin ‘na’. We dît ku di roja 61emîn de çi bû” û bi vê şeklê êrîşa li dijî Îranê bibîranît.
Donald Trump dûre îfadeyên tund bikaranît û got, “Divê hemû kesên ku Tehranê bêne tahlîyekirin. Îran, wê tiştê ku min ji wan re gotibû îmze bike divê îmze bikirana. Min çend caran vêya got. Îmzenekirina Îranê aptalîyekî ye.”
Ekîba ewlehîya netewê bi lez û bez gazî civînê kir
Li gorî xebera ku di çapemenîya Emrîkayê de derbas dibe, Trump di dema vegera xwe ya ji Qesra Spî re de wê bi şêwirmendê ewlehîya netewî re civînekî acîlî li dar bixe. Di xeberakî ku Fox News belav kirîye ku ew jî ji rayedarekî Qesra Spî bidest xistîye de Trumpê ew ê di Odeya Rewşê de bi endamên Konseya Ewlehî ya Netewî re rewşa dawîn a pevçûnên Îran-rejima sîyonîst deynin ser maseyê.
Ew ê ji nivîsa hevpar a G7ê re îmze navêje
Xeyn ji van agahîyan hat hînbûn ku Trumpê ew ê ji nivîsa hevpar a G7ê ku piştî wî berdewam kir re îmze navêje. Ev rewş tê şîrovekirin ku Washington rewşa li Rojhilata Navîn zêdetir xerab bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî êrîşên tolhildanê yên Îranê li ser rejîma sîyonîst, Îngilistanê malbatên karmendên xwe ji Balyozxaneya xwe ya Tel Avîv û Konsulxaneya xwe ya Qudsê bi awayekî demkî vekişand. Hikûmeta Îngilistanê hişyariya xwe ya seyahetê ji bo axên Filistînî yên îşxalkirî jî nû kir.
Di çarçoveya pêla operasyona nû ya Îranê de, baregehên îstîxbarat a li Gliotê rasterast hat hedefgirtin. Bi tevê vê derbeya ku li dilê sîyonîstan ket, “Qubbeya Hesinî” carek dinê jî bû wek kefgîrê.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, got ku veguhertina rejima bi zorê ya li Îranê xeletîyekî stratejîk e.
Îranê piştî ku rejima îşxalker televîzyona dewletê ya li Tehranê xist çend fûzeyên balîstîkî ji Tel Avîvê re şand. Rejima îşxalker jî êrîşên xwe yên li dijî Tehranê û Tebrîzê didomîne.