Tûgayên Qessam li Refahê sîyonîstan kirin nav kemînê

Micahîdên Qessam, li bajara Refaha Xezzeyê li dijî sîyonîstan kemînek danîn û operasyon bi serfirazî dawî bû.
Ji teref Tûgayên Qessam ve hat daxuyandin ku ew li dijî îşxalkerên ku li Ceddeya Tayarana Taxa Tel es-Sultana rojavaya Refahê ne “operasyonekî tevlîhev” li dar xistin.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku yekîneyekî sîyonîstan ku di nav wan de çar heb wesayîta bi zirx a ji tîpa “Hummer”, cîpekî leşkerî û qamyonekî leşkerî ya ji tîpa “Amolîsya”yê di encama kemînê de ji herêmê vekişîyan.
Micahîdan, yekîneya îşxalkeran bi teqemenîya ji tîpa “Şûwaz”ê hedef girtin.
Şervanên Qessam ên ku hatin cîhê operasyonê, bi leşkerên îşxalkerên ku di jîyanê de mane re jî di mesafeya sifirê de ketin pevçûnê.
Li gorî daxuyanîyê, di navbera îşxalkeran de mirî û birîndar hene.
Li gorî agahîyên micahîdên ji herêmê hatin leşkergehên xwe ji dijmin re zayîadekî mezin hatîye dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 495an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 118 hezar û 366 kesan.
Rêjîma sîyonîst hemû navçeyên Sûrîyeyê ji Şam, Hemayê, Laziqiyê û Derayê kire hedef; Zêdetirî 20 êrîşên hewayî pêk hatin. Hat ragihandin ku êrîş di sala 2025an de herî dijwar bûn.
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (UNOCHA) diyar kir ku stokên xwarinê li Xezzeyê ji ber ku rejîma îşxalker di du mehên dawî de ketina hemî alîkariyên mirovî û amûrên tenduristîyê asteng kiriye bi piranî xilas bûne û gihîştina avê ne mimkin bûye.
Tevgera Berxwedana li Yemenê Ensarullah, daxuyand ku ew li Heyfayê “hedefekî jîyanî” ya sîyonîstê dijmin bi fuzeyên balîstîkî hedef girtin.