Sîyonîstan jineke Filistînî ya 7 mehî ya ducanî şehîd kirin
Îman Şelûf, jineke ducanî ya 27 salî û pitika wê ya 7 mehî Eyûb Îsmaîl Ebû Maşî, ku li Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê bi guleyên hêzên îşxalker ên sîyonîst birîndar bûbûn, li nexweşxaneya ku lê dihatin dermankirin şehîd ketin.
Îman Şelûf, jineke Filistînî ya ducanî û pitika wê ya di zikê wê de Eyûb Îsmaîl Ebû Meşî, ku sê roj berê li başûrê Xan Yûnisê bi guleyên leşkerên îşxalkar ên sîyonîst bi giranî birîndar bûbûn, ji ber birînên xwe canê xwe ji dest dan û şehîd bûn.
Li gorî çavkaniyên tenduristiyê yên Filistînî, piştî bûyerê Şeluf a 27 salî ji bo dermankirinê birine nexweşxaneyê. Lêbelê, hate ragihandin ku ew û pitika wê ya 7 mehî şehîd ketine.
Hat îfadekirin ku dayik û zarok bi hev re hatin veşartin.
Ji bo Şelûf û pitika wê Eyûb li Nexweşxaneya Nasir li Xan Yûnisê merasîmek cenaze hate lidarxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Yemenê, pêşveçûna Tevgera Ensarullah li perava rojava, gihîştina deverên derdora Muha, Zubab û Bab el-Mendeb li başûrê Hudeydayê, girîngiya vê rêya behrê ya stratejîk a di navbera Behra Sor û Kendava Adenê de ji nû ve xistiye rojevê.
Belgefîlma "NAZA", ku bi rêya şahidiyên personelên leşkerî û îstîxbaratê yên rejîma sîyonîst êrîşî sivîlên Xezzeyê dike, piştî pêşandana xwe ya cîhanî li Festîvala Fîlman a Venedîkê bi qasî 25 deqeyan rastî çepikan hat.
Li Nîjerê, piştî teşebûsa meha borî ya li dijî hikûmetê ya têkçûyî, di fermandariya artêşê de guhertinek çêbû. Tuxgeneral Maman Sani Kiyau wekî Serfermandarê Artêşê hat tayînkirin.