Şêx Naîm Qasim: Peymana Derdorê Lubnanê dike bin emrê Emrîkayê
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Şêx Naîm Qasim, bireveberîya Lubnanê bi hedefgirtina berxwedanê sûcdar kir, ji mizakereyên ku di bin emrê Emrîkayê de têne meşandin û peymana derdorê ya ku di mezha Hezîranê de hat îmzekirin re bertek nîşan da.
Qasim, destnîşan kir ku di peymanê de maddeyên ku ji serxwebûnîya Lubnanê re tawîzan dide dihewîne û got, “Em ê rê nedin ku bila Lubnan bikeve bin emrê Emrîkayê.”
Sekreterê Giştî yê Hîzbullahê Şêx Naîm Qasim, bi minasebeta salvegera 20emîn a Herba Tîrmehê ya herba di 2006an de hatibû kirin de bi rêya televîzonê axivî û di axavtina xwe de derheqê polîtîkayên bireveberîya sîyasî ya Lubnanê, rejima sîyonîst û Emrîkayê de nirxandinan kir.
Qasim, rêveberîya Lubnanê sûcdar kir li ser mijara divê li hember rejima sîyonîst bisekina lê ew di mehên dawîn de li hember Hîzbullah û “berxwedanê” disekine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî diyar kir ku di danûstandinên Tehran û Muscatê yên li ser Tengava Hurmuzê de, ku nêzîkî sê hefteyan e berdewam dikin, pêşketin çêbûye û nîqaş di atmosferek erênî û avaker de dimeşin.
Şansolyeyê Elman Friedrich Merz ragihand ku polês û leşker jî beşdarî hewldanên vemirandina şewatên daristanan li Elmanya dibin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê li ser hewldana Tirkîyeyê ya ji bo pêşîgirtina li êrîşên li ser bazirganiya behrê şîrove kir. Lavrov diyar kir ku Rûsya ne aliyê ku êrîşên li ser keştiyên sivîl daye destpêkirin e.
Serokê Emrîkayê Donald Trump, anît ziman ku ew di demeke nêz de dixwaze ku Tengava Hurmuzê wek axa xwe îlan bike.