Serokê îstîxbarata Iraqê ji kar hat dûrxistin
Serokê Ajansa Îstîxbarata Neteweyî ya Iraqê Hemîd Şetrî, ji karê xwe hat dûrxistin. Biryar, ku bi fermaneke îdarî ya ji aliyê ofîsa Serokwezîr ve hatiye dayîn, hatiye cîbicîkirin, sedema ji kar dûrxistinê diyar nekiriye, û serokê nû yê ajansê hêj nehatiye destnîşankirin.
Ji kar dûrxistina ku li ser fermana Serokwezîrê Iraqê Elî el-Zeydî pêk hatiye, di nameyek fermî ya 26ê Cotmehê de hatiye ragihandin.
Li gorî belgeyeke ku di medyaya herêmî de hatiye weşandin, biryar hatiye dayîn ku Şetrî ji posta xwe ya serokê rêxistinê were dûrxistin.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Iraqê de, hêna jî serokê nû yê ajansa îstîxbaratê nehatiye destnîşankirin.
Hat ragihandin ku heta tayînkirinek nû, wezîfeyên serokê îstîxbaratê ew ê ji hêla Serokwezîr ez-Zeydî ve werin bicihanîn.
Di biryara betalkirinê de ji bo guhertina biryarê ti ravekirinek nehatiye dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Netanyahu di peyamekê de ku di 26ê Cotmeha 2026an de hat weşandin, îddîa kir ku ger Komara Îslamî ya Îranê xwediyê çekên nukleerî be, hemû mijarên din ew ê bêwate bibin.
Serfermandarê Giştî yê Îranê û Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul-Enbîya, Tumgeneral Alî Abdullahî, derbarê trafîka keştîyan li Tengava Hurmuzê de got: "Berevajî îddîayên Serokê Emrîkayê Donald Trump ên bi rêya çapemenî û propagandayê ku Tengava Hurmuzê vekiriye, ev rêya avê ya stratejîk bi tevahî girtî ye û di bin kontrola Hêzên Çekdar ên Îranê de ye."
Li Sûr û Nebatiyeyê jîngehên sivîlan ji alîyê rejima îşxalker ve hatin bombebarankirin.