Sefîrê Emrîkayê: Heta serê sibehê em mecbur man ku biçin sitargehan

Sefîrê rejima sîyonîst ê Emrîkayê Mike Huckabee got, “Li îsraîlê şevekî zor derbas bû, heta serê sibehê em pênc caran mecbûr man ku biçin sitargehan.”
Mike Huckabee, di daxuyanîya ku da de got li Tel Avîvê gelek sîren lêketine û “şevekî zor û zehmet bû”.
Huckabee, derheqê operasyona Îranê de got, “Ez pênc caran mecbûr mam ku birevim sitargehan.”
Di operasyona Îranê de digel “Kubbeya Hesin” sîyonîst mecbûr mane ku birevin sitargehan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Kinshasa, paytexta Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK), di lehî û hezaza erdê de ku ji ber barana zêde çêbû, 29 kesan canê xwe ji dest dan.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 55 hezar û 400î, hejmarê birîndaran jî gihaşt 128 hezar û 923 kesan.
Rejima îşxalker, li dijî herêmên cuda yên başûrê Libnanê êrîşan pêk anît.
Rejima sîyonîst, li Kirmaşanê Nexweşxaneya Farabîyê hedef girt. Di êrîşê de hat desntîşankirin ku nexweşxane zerarê dîtiye û mirovên ku birîndar bûne hene.