Sûrîyeyê bertek nîşanî êrîşa Ebû Zuhur da
Wezareta Karên Derve ya Sûrîyeyê êrîşa hewayî ya rejîma sîyonîst li ser Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhur li Îdlibê şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş "îxlalkirineke eşkere" ya serwerî û yekparçeyiya axa Sûrîyeyê ye.
Wezareta Karên Derve ya Sûrîyeyê êrîşa hewayî ya rejîma sîyonîst li ser Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhur li Îdlibê şermezar kir.
Daxuyaniya wezaretê êrîşên asmanî wekî "êrîşek bêmaf" û "îxlalkirina eşkere" ya serwerî û yekparçeyiya axa Sûrîyeyê bi nav kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Êrîşên berdewam ên îsraîlê careke din hewldanên wê yên ji bo têkbirina hewldanên îstîqrarê nîşan didin."
Wezareta Karên Derve ya Sûrîyeyê destnîşan kir ku êrîşê aloziya li herêmê zêde kiriye û rejîma sîyonîst ji vê aloziyê berpirsyar girtiye.
Wezaretê bang li civaka navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku êrîşê şermezar bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku heke Umman li Tengava Hurmuzê çalakiyên leşkerî û bazirganî asteng bike, ew ê êrîşî wî bikin.
Li gorî anketeke hevbeş a Reuters û Ipsosê, rêjeya pejirandina Serokê Emrîkayê Donald Trump daketiye ji sedî 33ê, di heman demê de ji sedî 80ê Emrîkiyan bawer dikin ku şerê bi Îranê re ew ê dirêj bibe.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezzeyê ragihand ku hejmara Filistîniyên ku di êrîşên îşxalkeran de ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve şehîd bûne gihîştiye 73 hezar û 400î û hejmara birîndaran jî gihîştiye 174 hezar û 312an.