Roja 9emîn a dorpêçkirina El Xelîlê: Îşxalkeran hêzên teqwiye şandin
Hêzên îşxalker hebûna xwe ya leşkerî li deverên niştecihbûnê yên El Xelîlê zêde dikin. Êrîşên li ser bajêr di roja nehan de li pey hev berdewam dikin.
Ji ber tedbîrên leşkerî û êrîşên ku ji aliyê artêşa îşxalker ve li ser bajêr ji 23ê Cotmehê ve hatine kirin, bi hezaran Filistînî ji cih û warên xwe bûne, bi dehan kes hatine girtin, gelek mal û tesîs wêran bûne û ziyaneke mezin gihîştiye binesaziyê.
Artêşa îşxalker taxa Eyn Dêr Beha dorpêç kir û serde girt, gelek ciwanên Filistînî desteser kir.
Hat ragihandin ku leşkerên îşxalker bi rêya hoparloran êrîşî taxê kirine û ew wekî "herêma qedexe" û "herêma leşkerî ya girtî" îlan kirine, tevger û hebûna li herêmê qedexe kirine.
Li gorî agahiyan, li taxa Tel Rumeyda ya El Xelîl, malbateke ku zeytûnan berhev dikir, rastî êrîşê hat ku çeteyên cihûyan erdên Filistînê desteser kirine. Tê gotin ku îşxalkeran bi xaza îsotê li ser malbatê reşandine, kevir avêtine ser wan û berhemên wan dizîn.
Hêzên sîyonîstan li Cenîn, Nablus, Erîşa, Qelqelye û Qudsa Rojhilat ên Şerîeya Rojava ya îşxalkirî di serdegirtinan de jin û du zarok jî di nav de 7 Filistînî desteser kirin.
Di serdegirtinên ku li bajarok û taxên seranserê Cenînê hatin kirin de 5 kes hatin desteserkirin, her wiha pereyên ku di wesayîtên li çarrêya Caba de hatibûn rawestandin jî hatin desteserkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Komara Demokratîk a Kongoyê, hejmara kesên ku ji ber şewba Ebolayê mirine ji 5 hezarî derbas bûye, her wiha hejmara kesên bi vîrusê ketine jî ji 10 hezarî derbas bûye.
Li gorî agahiyan, rêveberiya Emrîkayê plan dike ku zêdetirî 150 koçberên Efxenî yên li welat bi rêya Pakistanê vegerîne Efxenistanê. Di nav kesên ku tê texmînkirin werin dersînorkirin de xizmên kesên ku piştî ku Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê di sala 2021an de desthilatdarî girt destê xwe ji welat reviyane û li kêleka hêzên Amerîkî xizmet kirine hene.
Hejmara şehîdên êrîşên qirkirinê yên li ser Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve gihîştiye 74 hezar û 594an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 175 hezar û 834an. Di 24 saetên dawî de 6 şehîd û 26 birîndar anîne nexweşxaneyan.