Rejîma sîyonîst Nexweşxaneya Nasir û konên penaberan bombebaran kir

Rejîma sîyonîst ku êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê didomîne, vê carê li Xan Yûnisê Nexweşxaneya Nasir û konên penaberan ên li bakur hedef girt. Di êrîşan de gelek kes, di nav wan de rojnamevan Hasan Îsleîh jî hebû, şehîd bûn.
Rejîma sîyonîst ku êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê didomîne, di saetên serê sibê de Navenda Pizîşkî ya Nasir li Xan Yûnisê hedef girt. Li gorî çavkaniyên herêmî, di encama bombebaranên li qata sêyemîn a nexweşxaneyê de gelek Filistînî şehîd û birîndar bûn.
Rojnamevan Hasan Îsleîh, ku demek dirêj bû hewl dida cîhanê li ser trajediya mirovî ya li Xezzeyê agahdar bike, di êrîşê de şehîd bû. Îsleîh di dema êrîşê de li nexweşxaneyê dihat dermankirin.
Balafirên rejîma sîyonîst her wiha konê sîvîlên aware li herêma El-Umûdiyê ya bakurê Xezzeyê bombebaran kirin. Di êrîşê de 3 Filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.
Êrîşeke bi heman rengî konekî din ê penaberan li rojavayê Xan Yûnisê kir hedef. Di êrîşê de 3 Filistînî hatin kuştin û birîndar bûn.
Her wiha, balafirên rejîma îşxalker ambarek li Kampa Penaberan a Şatî ya rojavayê bajarê Xezzeyê bombebaran kirin. Li gorî raporê, êrîş bi giranî li herêmên bakurê Xezzeyê têne kirin.
Her çiqas êrîşên rejîma îşxalker ên li ser sazîyên tenduristiyê, rojnamevan û sîvîlan rastî berteka civaka navneteweyî tên jî, rewşa mirovî ya li Xezzeyê roj bi roj xirabtir dibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Konseya Sîyasî ya Bilind ê Yemenê Mehdi el-Meşat weha got, “Em ji bo balafirên sîyonîstên dijmin xwedî qabîlîyetek in. Di demeke nêz de em ê derheqê van balafiran de geşedanîyên kêfxweş bi gelê xwe re parve bikin.”
Li nêzê Girava Hokkaidoya bakurê Japonyayê di mezinahîya 6,1an de erdhejek çêbû.
Li Şilîya Nîjeryayê ji ber barana barîya, lehîyeke mezin çêbû. Rayedaran îfade kirin ku di encama lehîyê de herî kêm 150 kesan canê xwe ji dest dan.
Di êrîşeke ku li bakurê Xezzeyê û Xan Yûnisê hat lidarxistin de malbatekî bi temamî tune bû, 7 kes şehîd bûn.