Rejîma sîyonîst li dijî Îranê ji Îngilîstan û Fransayê alîkarîya leşkerî xwest

Rejîma sîyonîst ku li dijî êrîşên fuze û bêmirov ên Îranê yên di operasyonên "Weda Sadiq" de pêk hatine, piştgiriya navneteweyî dixwaze, ji Îngilistanê bersiveke erênî girtîye. Ji aliyê din ve, Fransayê hêna jî biryareke dawî nedaye.
Operasyonên "Weda Sadiq" ên Îranê, ku wekî bersivek li hember êrîşên ku di 13ê Hezîranê de li dijî tesîs û navendên fermandariyê yên rejîma sîyonîst dest pê kirin, rejîma sîyonîst neçar kir ku piştgiriya navneteweyî bigere.
Li gorî nûçeya ku ji teref qenala televîzyonê ya qaşo dewletê KAN ve hatiye weşandin, rejîmê bi fermî ji gelek welatan re bang kiriye ku li dijî mûşekên balîstîk û dronên ku di çarçoveya merhaleya sêyemîn a êrîşên Îranê, "Weda Sadiq-3" de tên, piştgiriya parastinê peyda bikin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku Îngilistanê bi awayekî erênî bersiva vê daxwazê daye û ew ê piştgiriya xwe ya leşkerî û teknîkî li qadê zêde bike. Lêbelê, hat ragihandin ku Fransayê hêna jî helwestek diyarkirî diyar nekiriye û şêwirmendiyên xwe bi rêveberiya Tel Avîvê re didomîne.
Rayedarekî îşxalker diyar kir ku di pêlên êrîşê yên berê yên "Weda Sadiq-1" û "Weda Sadiq-2" de, Îngilistanê piştgiriya parastinê daye wan. Heman rayedar diyar kir ku di vê çarçoveyê de berê hevpeymaniyeke parastinê ya herêmî hatibû damezrandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Kinshasa, paytexta Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK), di lehî û hezaza erdê de ku ji ber barana zêde çêbû, 29 kesan canê xwe ji dest dan.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 55 hezar û 400î, hejmarê birîndaran jî gihaşt 128 hezar û 923 kesan.
Rejima îşxalker, li dijî herêmên cuda yên başûrê Libnanê êrîşan pêk anît.
Rejima sîyonîst, li Kirmaşanê Nexweşxaneya Farabîyê hedef girt. Di êrîşê de hat desntîşankirin ku nexweşxane zerarê dîtiye û mirovên ku birîndar bûne hene.