Rejima sîyonîst li Xezzeyê du malan hedef girt: 9 şehîd, gelek birîndar hene

Rejima îşxaker di seatên serê sibehê de li dijî Xezzeyê êrîşeke asîmanî li dar xist, di wê êrîşê de piranîya wan zarok û pîrek 9 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên herêmê hatine bidestxistin, balafirên aîdê rejima îşxalker li Taxa Şêx Ridwanê du xanîyan hedef girt. Di êrîşê de du kes şehîd bûn, hinek sîvîl jî birîndar bûn.
Di êrîşa ku li dijî Kampa Bureycayê hat lidarxistin de jî mala Xelîl Ebû Zeyne hat hedefgirtin û 7 kes şehîd bûn.
Hat ragihandin ku rejima îşxalker li rojavaya Beyt Lahîyayê jî erdên çandinîyê hedef girtin, li rojhilata Xezzeyê jî taxên Zeytûn û Tirkmenan bi ÎHAyên ji tîpa "quadcopter"ê hedef girtin.
Ji rojhilata Kampa Penaberan a Bureycê û bakurê Kampa Nuseyratê re jî bi topan êrîş hat lidarxistin.
Li Taxa Şêx Nasira Xan Yûnisê jî xanîyekî avahîyê duçarê êrîşa helîkopterê hat; di êrîşê de bi tevî pîrekek û pitikek sê kes birîndar bûn. Li heman herêmê, li Taxa Lûhadayê li dijî malekî jî êrîş hat lidarxistin û di wê êrîşê de jî dayîkek û du zarokên wê birîndar bûn.
Balafirên herbê yên îşxalkeran, malekî li Taxa Menaraya ku li başûrê Xan Yûnisê ye hedef girtin.
Li bakurê Refahê, li herêma Musbahê jî gelek avahî ji teref îşxalkeran ve hatin hedefgirtin, di encamê de xanî hatin wêrankirin. Binesazîya bajaran jî hatin tehrîpkirin û êrîşên jicîhkirina sîvîlan jî didome.
Çavkanîyên tenduristîya li Xezzeyê, diyar kir ku di nav 24 seatên dawîn de hejmarê şehîdan gihaşt 38 kesan, ji wan 9 kes jî vê sibehê şehîd bûne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di 22ê Çileya 2024an de, Tugayên Îzzeddîn el-Qessam ên girêdayî HAMASê li rojhilatê Kampa El-Megazî ya li navenda Xezzeyê li dijî îşxalkerên sîyonîst kemîneke aloz pêk anîn û 21 leşker û efser hatin bêtesîrkirin. Ev operasyon wekî yek ji mezintirîn windahiyên artêşa îşxalker ji destpêka êrîşa bejahî ve hat qeydkirin.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 495an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 118 hezar û 366 kesan.
Rêjîma sîyonîst hemû navçeyên Sûrîyeyê ji Şam, Hemayê, Laziqiyê û Derayê kire hedef; Zêdetirî 20 êrîşên hewayî pêk hatin. Hat ragihandin ku êrîş di sala 2025an de herî dijwar bûn.
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî (UNOCHA) diyar kir ku stokên xwarinê li Xezzeyê ji ber ku rejîma îşxalker di du mehên dawî de ketina hemî alîkariyên mirovî û amûrên tenduristîyê asteng kiriye bi piranî xilas bûne û gihîştina avê ne mimkin bûye.