Rejima sîyonîst ji bo bi temamî îşxala Xezzeyê dest bi xebatê kir

Rejima sîyonîst ku di warê tunekirina Xezzeyê ya xerîtayê de derbasî merhaleya nû bû, di bin navê “Wesayîtên Herba Gîdeonê” de li dijî temamê Xezzeyê êrîşeke bejahîyê dan destpêkirin. Artêşa îşxalê, îfade kir ku êdî ew ê venekişin û Xezzeyê bi mayînde îşxal bikin.
Rejima qirker, di çarçoveya qirkirina ku li Xezzeyê bikartîne de îşxala berfirehtir kir.
Di daxuyanîya fermî ya ku ji teref artêşa îşxalê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku ew ê di nav 24 seatan de êrîşên berfireh ên asîmanî dane destpêkirin û yekîneyên bejahî jî li dijî noqteyên stratejîk dest bi meşandinê kirin.
Îşxalkerên ku ji zeafîyeta alema Îslamê qewetê digrin bi vê gavê plana xwe ya bidestxistina temamê Xezzeyê bi zelalî îlan kirine.
Operasyona nû ya ku bi navê “Wesayîtên Herba Gîdeonê” hatîye destpêkirin, ji teref kabîneya ewlehî ya sîyonîstan ve di 4ê Gulanê de hatîye qebûlkirin û wek merhaleya ewil a plana îşxalkirina temamê Xezzeyê hatîye daxuyandin.
Çapemenîya îşxalê nivîsand ku tê plankirin gelê Xezzeyê ji başûr re werin koçkirin û ew ê li herêmên ku hatine îşxalkirin jî hebûna xwe ya leşkerî mayînde bikin.
Neteweyên Yekbûyî, daxuyand ku di nav 36 seatên dawîn de herî kêm 250 Filistînî şehîd bûn. Di êrîşên doh de jî herî kêm 113 sîvîl canê xwe ji dest dan. Dibistan, nexweşxane, binesazî û konên penaberan rasterast têne hedefgirtin.
Sîvîlên Filistînî, her roj û her seat micadeleya jîyanê didin.
Îşxalkerên ku ji bona temamê Xezzeyê bindest bikin daxuyandin ku êdî cîhên ku îşxal kirin wê venekişin. Ev bûyer jî ji bo alema Îslamê şermekî mezin e. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Emrîkayê ji ber bablîsok û bahozê li wîlayeta Kentuckyê 14, Missouri 7, Virginiayê jî 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Rêberên Spanya, Norwêc, Îzlanda, Îrlanda, Luksemburg, Malta û Slovenyayê li hember qeyrana mirovî ya li Xezzeyê hişyariyek tund dan rejîma sîyonîst û xwestin ku dorpêçê rake û tavilê agirbestê pêk bîne.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Derdor û Tenduristî ya Yemenê ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku heta niha di êrîşa îşxalkeran de sîvîlek şehîd bû, 11 kes jî birîndar bûn. Di navbera cîhên ku hatin hedefgirtin de Benderên Hudeyde û Salîfê jî hene.
Wekîla qaşo ya rejima sîyonîst Michal Waldiger, di daxuyanîya ku ji Knessetê re da de kuştina zarokên Filistînî parast. Bal hat kişandin ku daxuyanîyên Waldigerê, “Bi zelalî propagandaya sûca herbê” ye, banga tehqîqatê hat kirin.