Rejima sîyonîst êrîşê Lubnanê kir: 11 şehîd
Di êrîşên asmanî yên li ser bajarokê Kefer Rumman li başûrê Lubnanê de, 11 kes, ku du ji wan pitik in, hatin kuştin û pênc jî birîndar bûn.
Di êrîşên balafirên şer ên rejîma sîyonîst li ser başûrê Lubnanê de 11 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.
Êrîşa yekem avahiyek sê qatî li bajarokê Kefr Rummanê hedef girt.
Di êrîşê de, ku piştî nîvê şevê pêk hat, avahî bi tevahî hilweşiya, û cenazeyên 9 kesan, ku 2 ji wan pitik bûn, ji bin xirbeyan hatin derxistin, her wiha 5 kesên birîndar jî hatin rizgarkirin.
Di êrîşeke din a li bajarokê de, wesayîteke sivîlan jî hedef hat girtin. Du xebatkarên tenduristiyê yên bi navê Elî Şahrur û Hadî Ferhat, ku girêdayî Skautên Îslamî yên Rîsaleyê bûn û di wesayîtê de bûn, şehîd bûn.
Balafirên şer ên rejîma sîyonîst her wiha li ser deverên cuda yên başûrê Lubnanê, di nav de bajarokên Nebatiye el-Fuka û Erebselîmê, êrîşên hewayî pêk anîn. Di yek ji êrîşan de li Erebselîmê, xaniyekî Mûsa Şerara hat wêrankirin.
Êrîşên rejîma sîyonîst li ser Lubnanê tevî agirbesta qaşo bênavber berdewam dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Muhsîn Rezayî, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, ragihand ku di rojên pêş de ew ê bi Ummanê re peymanek derbarê korîdorek nû ya di bin kontrola Îranê de ji bo ketin û derketina ji Tengava Hurmuzê were îmzekirin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov biryarên Almanya yên li dijî Rûsyayê wekî destpêka şerekî rastîn bi nav kir û got, "Ew (Alman) dîsa şer dixwazin."
Li gorî raporê, piştî belavbûna agahiyên derbarê kêmbûna cebilxaneya leşkerî di dema şerê Îran-Îraqê de bo çapemeniyê, Fermandarên Hevbeş ên Emrîkayê derbarê nêzîkî 50 personelên leşkerî de lêpirsînê dikin.