Rejîma sîyonîst: Li Xezzeyê 2 leşkerên me yên dinê jî mirin

Rejîma îşxalker a sîyonîst, daxuyand li Xezzeya ku di bin eblûqeyê de ye hejmarê leşkerên wan ên mirî derket 86 kesan.
Artêşa îşxalê, diyar kir ku di dema pevçûnên ku bi Tûgayên el-Qessam re hatine kirin de 2 leşkerên wan ên dinê jî hatin kuştin, 4 jê giran 7 leşker jî birîndar bûn.
Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku ji 31ê Cotmehê vir ve hejmarê leşkerên rejîma îşxalker ên ku hatine kuştin derket 86 kesan.
Hat îfadekirin ku hejmarê ku artêşa îşxalê dide rastîyê nîşan nade.
Çapemenîya rejîmê jî encax qasê artêş îzîn bide dikare daxuyanîyan bide. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Karên Hundir û Ewlekariya Neteweyî ya Xezzeyê ragihand ku Serheng Ehmed el-Kudra, Serokê Micadeleya bi Tiryakê re û Endamê Konseya Fermandariya Polêsan, li Xan Yûnisê di êrîşeke asmanî de şehîd bûye.
Erdên Filistînîyên gundê Um Safaya bakurrojhilata Ramallahê, ji teref çeteyên Cihûyî û leşkerên îşxalkeran ve hatin xerakirin. Çeteyên ku erdekî sê donim bi buldozeran xera kir, bi dehan darê mêwan ji kokê rakirin, bîrekî jî bi axê tijî kirin.
Di êrîşên rejima îşxalker ên ku li bakurê Xezze û Xan Yûnisê hedef hat girtin de 3 kes ji heman malbatê tev de herî kêm 6 Filistînê şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Rejima sîyonîst, ji bona ku dengê heqîqetê bibire dîsa çapemenîyê hedef girt. Rojnameger Hasan Abdul Fettah Îsleîh (Ebu’i-Abd) di Nexweşxaneya Nasirê ku tedawîyê didît de di encama êrîşê de hat şehîdkirin.