Rejîma sîyonîst: Di êrîşên Îranê de 3 kes hatin kuştin, 172 kes birîndar bûn

Rejîma îşxalker a sîyonîst ragihand ku di operasyonên tolhildanê yên Îranê de 3 kes hatine kuştin û 172 kes jî birîndar bûne.
Pêla tolhildanê ya Îranê "gotûbêja ewlehiyê" ya rejîma sîyonîst têk bir. Li herêmên îşxalkirî 3 kes hatin kuştin û 172 kes jî birîndar bûn.
Êrişên mûşekî yên Îranê li herêmên hundirîn ên îşxalkerên sîyonîst zirarên mezin dîtin.
Li gorî çavkaniyên medyaya îşxalker, di êrîşên li ser herêmê de 3 kes mirin û 172 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa hinek ji birîndaran giran e.
Careke din eşkere bû ku operasyona leşkerî ya Îranê sîstemên parastinê yên rejîma sîyonîst bêbandor kirîye.
Çavkaniyên leşkerî yên Îranê diyar dikin ku ev tolhildan destpêk e û êrîş dê berdewam bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Kinshasa, paytexta Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK), di lehî û hezaza erdê de ku ji ber barana zêde çêbû, 29 kesan canê xwe ji dest dan.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 55 hezar û 400î, hejmarê birîndaran jî gihaşt 128 hezar û 923 kesan.
Rejima îşxalker, li dijî herêmên cuda yên başûrê Libnanê êrîşan pêk anît.
Rejima sîyonîst, li Kirmaşanê Nexweşxaneya Farabîyê hedef girt. Di êrîşê de hat desntîşankirin ku nexweşxane zerarê dîtiye û mirovên ku birîndar bûne hene.