Rejîma îşxalker êrîşî Xazzeyê kir

Hat ragihandin siyonistên îşxalker êrîş birin li ser hinek xalên HAMASê yên li Xazzeya ku di bin dorpêçê de ye.
Êrîş doh êvarî bi balafirên bê însan ên çekdar li Taxa Ez-Zeytun hat lidarxistin.
Hat hînbûn di êrîşê de tiştek bi serê kesî nehatiye.
Îşxalkeran berîya êrîşa asîmanî gule reşandibûn bi ser Filistînîyan de û 28 kesan birîndar kiribûn.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Filistîniyên ku li Cibaliya bakurê Xezzeyê xwe sipartibûn du dibistanan, bûn hedefa rejîma sîyonîst. Di êrîşê de herî kêm 30 kes, ku piraniya wan zarok bûn, hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
HAMASê ragihand ku di encama hevdîtinên xwe yên bi rêveberiya Emrîkayê re, ji bona ku 'agirbest bêîlankirin, deriyên Xezzeyê werin vekirin û gihandina alîkariyên mirovî were temînkirin, leşkerê êsîr Idan Alexander ê bi hemwelatiya dualî ya Emrîkayî-îsraîlî dê were berdan.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 52 hezar û 810an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 119 hezar û 473 kesan.
Di van rojên dawîn de li ser hîsabên medayaya civakî bangên “Vê Havînê Coca-Cola û Pepsîyê Boykot Bikin” zêde bûne. Komên aktîvîstî, bi armanca piştgirîya li hember qirkirina li Xezzeyê pêşnîyar dikin ku bila van hilberînan bêne boykotkirin.