Rûsya: Di 24 saetên dawî de zêdetirî 1500 leşker hatin bêtesîrkirin
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li Ukraynayê li dijî tesîsên binesaziya enerjî û veguhastinê yên ku ji bo armancên leşkerî têne bikar anîn êrîş pêk anîne û di 24 saetên dawî de zêdetirî 1500 leşkerên Ukraynayê hatine bêtesîrkirin.
Di brifînga rojane ya wezaretê de pêşketinên dawî yên derbarê operasyonên ku artêşa Rûsyayê li Ukrayna û Donbassê di çarçoveya "operasyona leşkerî ya taybet" de pêk anîne, hatin parvekirin.
Li gorî daxuyaniyê, balafirên şer ên taktîkî, balafirên bêmirov, yekîneyên mûşek û topan bi tevahî li 143 hedefan xistin, di nav de binesaziya sotemenî, enerjî û veguhastinê ya ku ji hêla artêşa Ukraynayê ve tê bikar anîn, û her weha xalên bicîhbûna demkî ya leşker û kirêgirtiyên biyanî.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îddîa dike ku di 24 saetên dawî de 1540 leşkerên Ukraynayê hatine bêtesîrkirin û 12 wesayîtên şer ên zirxî jî hatine îmhakirin.
Wezaretê her wiha îddîa kir ku pergalên parastina hewayî yên Rûsyayê 13 fuzeyên rêberkirî û 774 balafirên bêmirov ên aîdî artêşa Ukraynayê bêbandor kirine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Êrîşa rejîma sîyonîst bi balafirên bêmirov li ser xaleke kombûna sivîlan bû sedema şermezarkirina navneteweyî.
Îranê ragihand ku keştîyek ku li Tengava Hurmuzê diçû hedef girtiye.
Rejîma îşxalker ragihand ku komek îşxalker ji herêma Mecdel Şems a li Bilindahiyên Golanê yên îşxalkirî derbasî axa Sûrîyeyê bûne û yên li nêzî sînor hatine girtin jî vegerandine.