Rêberê Îranê Xameneî: Tawîz nayê dayîn, derbeyên giran wê li rejîma xerab a sîyonîst werin xistin!

Rêberê Şoreşa Îslamî ya Îranê, Ayetullah Xameneî, berîya Operasyona Wedê Sadiq a 3yemîn peyamek da: "Divê ew nefikirin ku wan êrîş kiriye û mesele qediya ye. Na, wan şer da destpêkirin. Em ê tu carî nehêlin ku ew piştî vê sûcê mezin bi hêsanî birevin."
Ayetullah Xameneî di peyama xwe ya îşev de ji bo gelê Îranê tekez kir ku ew ê derbeyên giran li rejîma îşxalker bidin.
Xameneî di peyama xwe de weha got:
"Bi navê Xwedayê herî dilovan
Ez silavên xwe pêşkêşî miletê me yê ezîz û mezin dikim. Ez ji Xwedê rehmê li fermandarên şehîd û zanyarên me yên hêja - ev bûyer ji bo me hemûyan rewşek giran e - û hinek welatiyên me yên sivîl ên ku canê xwe ji dest dane dikim, û ez pîrozbahî û sersaxiyên xwe pêşkêşî miletê Îranê û malbatên wan dikim. Xwedayê mezin pileya wan bilind bike û giyanên wan ên paqij bi dilovaniya xwe ya taybet dorpêç bike.
Mijara ku ez dixwazim bi miletê me re parve bikim ev e: Rejîma sîyonîst şaşîyeke mezin kir, gaveke pir xelet avêt, reftareke xweperest nîşan da û encamên vê yekê, bi îzna Xwedê, wê wan ji holê rake. Miletê Îranê xwîna şehîdên xwe yên hêja bêbersiv nahêle; li hember êrîşa li ser qada hewayî ya welatê xwe bêdeng namîne.
Hêzên me yên çekdar amade ne; rayedarên dewletê û hemû beşên welat li pişt hêzên çekdar in. Îro jî, ji hemû derdorên sîyasî û beşên civakî yên welat peyamên bi vî rengî hatin belavkirin. Her kes hîs dike ku divê bersiveke tund li hember nasnameya sîyonîst a terorîst a nebaş, xerab û qirêj bê dayîn.
Divê tedbîrên tund werin girtin û bi îzna Xwedê ew ê were kirin. Niyeta me tune ku em bi wan re aştiyê bikin. Bê guman jiyan ew ê ji bo wan tal be.
Divê ew nefikirin ku wan êrîş kiriye û mesele xelas bûye. Na, wan şer daye destpêkirin. Em ê tu carî nehêlin ku ew piştî vê kuştina mezin bi hêsanî birevin.
Bê guman hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê wê derbên giran li vî dijminê xerab bidin. Gelê me li pişt me ye, li pişt hêzên çekdar e û Komara Îslamî ya Îranê wê bi îzna Xwedê li ser rejîma sîyonîst ser bikeve.
Divê miletê me yê ezîz vê yekê bizanibe û piştrast be ku di vî warî de tu sistbûn nayê nîşandan.
Bila silav, rehmet û bereketa Xwedê li ser we be."
Muhafizên Şoreşa Îranê ragihand ku wan îşev operasyona "Weda Sadiq 3" bi navê kod "Elî bin Ebû Talib" ji bo tolhildana li dijî rejîma îşaxlker dane destpêkirin. Di vê operasyonê de gelek hedefên sîyonîst, bi taybetî Tel Avîv, dilê rejîma îşxalker, hatin lêdan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Kinshasa, paytexta Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK), di lehî û hezaza erdê de ku ji ber barana zêde çêbû, 29 kesan canê xwe ji dest dan.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 55 hezar û 400î, hejmarê birîndaran jî gihaşt 128 hezar û 923 kesan.
Rejima îşxalker, li dijî herêmên cuda yên başûrê Libnanê êrîşan pêk anît.
Rejima sîyonîst, li Kirmaşanê Nexweşxaneya Farabîyê hedef girt. Di êrîşê de hat desntîşankirin ku nexweşxane zerarê dîtiye û mirovên ku birîndar bûne hene.