Putin Ewrûpayê ji ber şer hişyar dike
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn diyar kir ku Rûsya şer li dijî welatên Ewrûpayê naxwaze, lê ji bo şerekî muhtemel amade ye.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî Lûtkeya Rûsya-Efrîqayê bi Serokê Yekîtiya Efrîqayê û Serokkomarê Burundiyê Evariste Ndayishimiye re civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.
Dema ku li ser daxuyaniyên ku dibêjin welatên Ewrûpî dibe ku heta sala 2030an xwe ji bo şerekî bi Rûsyayê re amade bikin, ji Putin hat pirsîn, Putin tekez kir ku Rûsya şerekî wisa naxwaze.
Putin got, "Em ji bo her tiştî amade ne. Lê em şerekî bi Ewrûpayê re naxwazin. Ger kesek şerekî bixwaze, bila xwe amade bike."
Putin diyar kir ku welatên rojavayî di armancên xwe yên têkbirina stratejîk a Rûsyayê de bi ser neketine, û ew pêşbînî nake ku heta sala 2030an ev armanc pêk were.
Putin behsa encamên pevçûneke leşkerî ya rasterast di navbera Ewrûpa û Rûsyayê de kir û diyar kir ku ger şer gur bibe, ti alî ew ê bi ser nekeve.
Putin diyar kir, "Ger tişt pir zêde biçin, ew ê ti kes serketî nebe. Bila kes vê yekê ji bîr neke."
Putin got ku Rûsyayê ji Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem ders girtiye û hewl dide ku pêşî li şerên bi vî rengî bigire. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê Numan ragihand ku Serokwezîr Zeydî serokatiya Dezgeha Îstîxbarata Neteweyî girtiye ser xwe.
Li Pakistanê, ji ber ku otobûsek rêwîyan ji rê derket û kete geliyekî, 5 kes mirin û 27 kes birîndar bûn.
Fermandariya Hêzên Deryayî yên Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku balafireke bêmirov a MQM-170 a Amerîkî piştî ku bi operasyona şerê elektronîkî hate bidestxistin, li rojavayê Tengava Hurmuzê bi ewlehî hate xistin.