Protestoyên li Ewropayê belavî Yewnanistanê bûne
Li Yewnanistanê, xwendekaran li Meydana Syntagma ya Atînayê ji bo balkişandina ser bilindbûna fîyetên kirê û lêçûna bilind a jiyanê çalakiyek konî li dar xistin.
Li meydana Syntagma li Atînayê, xwendekaran, ji bona ku li dijî lêçûnên jiyanê yên bilind û kirêyên bilind nerazîbûn nîşan bidin li nêzîkî avahiya parlamentoyê kon vedan.
Xwendekarên Yewnanî peyamên piştgiriyê ji çalakiyên ciwanan ên li Fransa û Spanyayê re şandin.
Di demekê de ku xwepêşandanên li dijî şert û mercên perwerdehiyê û lêçûna bilind a jiyanê li seranserê Fransayê belav dibin, li Spanya û Portekîzê ji ber krîza xanîyan û kirêyên zêde xwepêşandan pêk tên.
Daxwazên hevpar ên di xwepêşandanên li seranserê welatên cuda de ev in: xanîyên erzan, kêmkirina lêçûnên perwerdehiyê û başkirina şert û mercên jiyanê.
Li gorî daneyên Yekîtiya Xwendekarên Ewropayê, di mehên pêşîn ên sala 2026an de li 13 welatan 31 xwepêşandanên xwendekaran hatine qeydkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Têkiliya di navbera Azerbaycan û rejîma îşxalker a sîyonîst de wekî yek ji hevkariyên herî neasayî, kûr û stratejîk ên cîhanê di navbera welatekî Îslamî û sîyonîstan de tê dîtin. Ev girêdana di navbera her du aliyan de li ser sûd/berjewendiyên hevbeş û, bi awayekî nisbî, "fikarên ewlehiya herêmî" hatiye avakirin.
Li herêma Refahê ya başûrê Xezzeyê, hêza Radî ya girêdayî berxwedanê ragihand ku wan komeke çekdar a ku bi rejîma îşxalker re hevkariyê dike kemîn çêkiriye. Li gorî agahiyan, di operasyona li Mawasî Refahê de kuştî û birîndarên koma hedefgirtî çêbûne.
Serokê Parlamentoya Îranê Muhammed Baqir Qalibaf, li ser şertên ku ji aliyê Emrîkayê ve derbarê vekirina Tengava Hurmuzê de hatine pêşkêşkirin, got, "Emrîka heta ku 7 mercan pêk neyne, nikare baweriya Îranê bi dest bixe."