Peymana Mekkeyê di çapemeniya cîhanê de: Ji sê hêzên herêmî xeta parastinê ya hevbeş
Peymana Parastina Hevbeş a Mekkeyê, ku ji teref Tirkîye, Erebistana Siûdî û Pakistanê ve hatiye îmzekirin, mekanîzmayeke hevbeş a astengkirinê di navbera her sê welatan de li ser bingeha prensîba "êrîşek li ser yekî êrîşek li ser hemûyan e" ava dike, di heman demê de çapemeniya navneteweyî peyman wekî nîşana ji nû ve şekildana hevsengiyên ewlehiyê li Rojhilata Navîn şîrove kiriye.
Di demekê de ku li herêmê nakokî û krîzên ewlehiyê zêde dibin, peymana parastinê ya hevbeş a ku li Mekkeyê ji hêla Tirkîye, Erebistana Siûdî û Pakistanê ve hat îmzekirin, di çapemeniya navneteweyî de bû mijara nîqaşê.
Xala herî balkêş a peymana ku ji hêla Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Prensê Tacî yê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ve hat îmzekirin ew bû ku êrîşeke çekdarî li dijî yek ji her sê welatan wê wekî êrîşeke li dijî hemû aliyan were hesibandin.
Reutersê peyman bi sernavê "Erebistana Siûdî, Tirkîye û Pakistan di demekê de ku alozî li Rojhilata Navîn zêde dibe soza parastina hevbeş didin" ragihand. Ajansê destnîşan kir ku peyman her sê welatên sereke yên Misilman li dora têgihîştineke parastinê ya hevpar anî cem hev û girîngiya wê di demekê de ku pevçûnên herêmî dijwar dibin destnîşan kir.
Ajansa Associated Press (AP) diyar kir ku ev peyman "di demekê de ku fikarên ewlehiyê zêde dibin, hevkariya di navbera sê hêzên herêmî de xurt dike. AP bal kişand ser yekbûna hêza aborî ya Erebistana Siûdî, şiyanên leşkerî yên Pakistanê û pîşesaziya parastinê û hêza leşkerî ya Tirkîyeyê di heman çarçoveya ewlehiyê de. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Tevgera Ensarullah a Yemenê ragihand ku wan bi mûşek û firokeyên bêmirov baregeheke leşkerî ya Siûdî li parêzgeha Maribê hedef girtine.
Li gorî raporek Navenda Agahdariyê ya Filistînê, di navbera 31ê Tîrmehê û 6ê Tebaxê de, hêzên îşxalker û milîsên Cihû li Şerîaya Rojava li dijî Filistîniyan 1631 êrîş pêk anîn. Di encama van îxlalkirinan de 79 Filistînî birîndar bûn û 138 kes esîr hatin girtin an jî hatin desteserkirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûrîyeyê daxuyaniya xwe ya berê ya ku digot di bombebarana mînîbuseke rêwiyan a li taxa Ceramana ya Şamê mirin hene de, sererastkirinek kir û ragihand ku di teqînê de ti qurbanî çênebûne.