Parlamenterê HUDA PARê Dînç di êrîşa hêzên Misirê de birîndar bû

Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç ku di çarçoveya Meşa Xezzeyê ya Cîhanî de li Misirê bû, di êrîşa hêzên ewlehiyê ya li dijî alîgirên Xezzeyê de ji serê xwe birîndar bû.
Hêzên ewlehiyê yên Misirê mudaxeleyî kesên ku beşdarî "Meşa Xezzeyê ya Cîhanî" ku ji bo protestokirina komkujiya li Xezzeyê û piştgiriya Xezzeyê bi rêya Deriyê Sînor ê Refahê hatiye lidarxistin dibin, dikin.
Parlamenterê Mersînê yê HUDA PARê Faruk Dînç jî di nav kesên ku di çarçoveya vê meşê de çûn Misirê de bû. Lêbelê, Dînç di encama tiştekî ku di dema destwerdana hêzên ewlehiyê yên girêdayî rêveberiya Misirê de hatibû avêtin de ji serê xwe birîndar bû.
Di demekê de ku alîgirên Xezzeyê ji çar aliyên cîhanê bi zehmetiyên mezin digihîjin Deriyê Sînor ê Refahê, hikûmeta Misirê ji bo rêgirtina li derbasbûnê serî li rêbazên cûrbecûr dide. Hinek ji alîgirên Xezzeyê tên girtin, pasaportên wan tên desteserkirin, û heta di otêl û wesayîtan de tên ragirtin.
Daxuyanîya HUDA PARê
Navenda Giştî ya HUDA PARê jî derbarê rewşa Dînç de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate destnîşankirin:
"Parlamenterê me yê Mersînê, Birêz Faruk Dînç, ku beşdarî Meşa Wijdanê ya Cîhanî ya ku ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Refahê li Misirê hatibû lidarxistin bû, di encama êrîşekê de birîndar bû.
Rewşa tenduristiyê ya parlamenterê me Dînç baş e, lê êrîşên giran ên li ser çalakvanan cihê fikaran e. Jiyana çalakvanan, di nav de gelek welatiyên Komara Tirkiyeyê hene, di talûkeyê de ye.
Divê rayedarên Misirê bi lez û bez werin hişyarkirin û ji bo rawestandina êrîşan gavên pêwîst werin avêtin.
Em Serokê Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Birêz Numan Kurtulmuş û Wezîrê Karên Derve Birêz Hakan Fîdan bi lez û bez dawetî wezîfeyên wan dikin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Kinshasa, paytexta Komara Demokratîk a Kongoyê (KDK), di lehî û hezaza erdê de ku ji ber barana zêde çêbû, 29 kesan canê xwe ji dest dan.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 55 hezar û 400î, hejmarê birîndaran jî gihaşt 128 hezar û 923 kesan.
Rejima îşxalker, li dijî herêmên cuda yên başûrê Libnanê êrîşan pêk anît.
Rejima sîyonîst, li Kirmaşanê Nexweşxaneya Farabîyê hedef girt. Di êrîşê de hat desntîşankirin ku nexweşxane zerarê dîtiye û mirovên ku birîndar bûne hene.