Neh êsîrên ji Xezzeyê hatin azadkirin
9 kesên ji Xezzeyê yên ku di zindanên sîyonîstan de êsîr hatibûn girtin, serbest hatin berdan.
Sîyonîstên îşxalker di saetên êvarê de neh êsîrên Filistînî ji Xezzeyê bi rêya deriyê sînor ê Kerem Ebû Selemê berdan.
Êsîrên serbestberdayî ji aliyê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ve ji bo dermankirin û lênêrîna tenduristiyê ji Kompleksa Tenduristî ya Nasir re hatin veguhestin.
Bi hezaran Filistînî ji Şerîda Xezzeyê di girtîgeh û navendên ragirtinê yên di bin îşxala sîyonîstan de ne, bi darê zorê têne windakirin û ji malbatên xwe têne veqetandin. Ji ber vê yekê, fikarên li ser çarenûsa êsîrên Filistînî zêde dibin.
Li gorî daneyên herî dawî yên ku ji aliyê saziyên êsîrên Filistînî ve di destpêka Tîrmeha 2026an de hatine weşandin, di girtîgehên îşxalkerê sîyonîst de nêzîkî 9.400 êsîrên Filistînî hene; di nav wan de 1.320 êsîrên ji Şerîda Xezzeyê hene ku rayedarên îşxalker wan wekî "şervanên neqanûnî" bi nav dikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî nûçeyan, Muhafizên Şoreşê yên Îranê çekek nû pêşxistine ku jê re 'bavê hemû bombeyan' tê gotin.
Rayedarên Parîsê xwepêşandana xwendekaran a ku ji bo roja Pêncşemê hatibû plankirin qedexe kirin.
Li gorî çavkaniyan, Iraqê deriyê sînorî yê Şeyb ê bi Îranê re girt da ku rewşa ewlehiyê binirxîne.