Li Xezzeyê qetlîam berdewam dike: Li Xan Yûnisê 17 şehîd

Sîyonîstên îşxalker, li herêmên cuda yên Xezzeyê êrîşên xwe yên hewa, bejahî û topan didomînin, di encama wan êrîşan de herî kêm 17 Filistînî şehîd bûn.
Li gorî çavkanîyên mehellî, balafirên bêînsan yê hewayê ya sîyonîstan bi hedefgirtina herêmên cuda yên Xan Yûnisê bûn sedema şehîdbûna 6 Filistînîyan, gelek kes jî birîndar bûn.
Îşxalkeran, di heman demê de tesîra hilberîna dermanan a Navenda Tip a Nasserê jî hedef girtin, taxên rojhilat a bajêr jî bûn hedefan topan. Li Taxa El Amûra bajaroka El Faharîyê du xanî hatin hedefgirtin, di encamê de 1 Filistînî şehîd bû.
Li gorî diyarîyên rojnamegeran, hêzên aîdê artêşa îşxalê li Ceddeya Ketîbe û derdorê Ceddeya 5emîn a Xan Yûnisê ciwanekî bi navê Ahmed Serhanê şehîd kirin.
Îşxalkeran li Xan Yûnisê xizmeta înternetê jî qut kirin û li derdorê nexweşxaneya Nasserê re jî gelek bombeyan avêtin.
Artêşa îşxalê, doh êvarê li dijî gelek herênên Xezzeyê êrîşeke mezin a bejahîyê da destpêkirin. Ev êrîş, nîşan dide ku ew ê van êrîşên ku 19 meh in berdewam dikin zêdetir bike. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Konseya Sîyasî ya Bilind ê Yemenê Mehdi el-Meşat weha got, “Em ji bo balafirên sîyonîstên dijmin xwedî qabîlîyetek in. Di demeke nêz de em ê derheqê van balafiran de geşedanîyên kêfxweş bi gelê xwe re parve bikin.”
Li nêzê Girava Hokkaidoya bakurê Japonyayê di mezinahîya 6,1an de erdhejek çêbû.
Li Şilîya Nîjeryayê ji ber barana barîya, lehîyeke mezin çêbû. Rayedaran îfade kirin ku di encama lehîyê de herî kêm 150 kesan canê xwe ji dest dan.
Di êrîşeke ku li bakurê Xezzeyê û Xan Yûnisê hat lidarxistin de malbatekî bi temamî tune bû, 7 kes şehîd bûn.