Li Xezzeyê hejmarê şehîdên di bin avahîya hilweşîyayî de derket 21an
Li rojavaya Xezzeyê avahîyek hilweşîyabû û gelek kes şehîd bûbûn, hejmarê şehîdan zêde bû û 12 jê zarok, 5 jê pîrek hejmarê şehîdan derket 21 kesan.
Li Xezzeyê avahîyekî ku ji ber êrîşên rejima îşxalker xesarek mezin dîtibû, dema ku bi sedan Filistînîyên ku ji cîhê xwe bûbûn di nav de diman hilweşîya.
Hat îfadekirin ku di encama hilweşîna avahîyê de 21 Filistînî şehîd bûn 45 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Karên Hindir ê Xezzeyê ragihand ku ji doh ve ekîbên parastinê dixebitin û di encama xebata ekîban de 21 cenazeyê şehîdan hat derxistin, 45 kesên din jî hatin derxistin û ji wan 14ê wan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çapemenîya Emrîkayê Rojnameya Washington Post, di makaleyek bi sernavê “Husîyên Yemenî çima digel hewqas herban tenê qewettir bûye?” de daxuyanîyên girîng cîh girt.
Wezareta Parastina Rûsyayê, diyar kir ku wan êrîşî senayîya leşkerî û binesazîya ragihandin û enerjîyê ya Ukraynayê kirine.
Fermandarîya Başûr ê Emrîkayê, daxuyand ku ew li Pasîfîka Rojhilat kelekek ku ji ber noqteya îkmalê ya kartela Los Choneros bikaranîtîye noq kirine.