Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 73.110 kesan
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku hejmara şehîdên ku ji êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hatine kuştin gihîştiye 73 hezar û 110î.
Digel agirbestê jî, rejîma siyonîst êrîşên xwe yên li ser zîvala Xezzeyê didomîne.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di 24 saetên dawî de cenazeyên 8 sivîlan û 17 birîndaran anîne nexweşxaneyên li Xezzeyê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji 10ê Cotmehê ve ku peymana agirbestê li Xezzeyê dest pê kiriye, hejmara şehîdan gihîştiye 1084an, hejmara cenazeyên ji bin xirbeyan hatine derxistin gihîştiye 799an û hejmara birîndaran jî gihîştiye 3491an.
Wezaretê ragihand ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di êrîşên ku ji aliyê rejîma sîyonîst ve hatine kirin de hejmara giştî ya şehîdan gihîştiye 73 hezar û 110 kesan û jimara birîndaran jî gihîştiye 173 hezar û 599 kesan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Nîjeryayê zêdetirî 17 mîlyon mirov di bin talûkeya birçîbûnê de ne.
Rejîma îşxalker li bajarokê Şukba yê li rojavayê Ramallahê dest bi hilweşandina du xaniyên ku di bin çêkirinê de bûn kiriye, sebeb jî bê destûr hatine çêkirin nîşan dan.
Merasîma cenazeyê Rêberê Mezin ê Şoreşa Îslamî ya Îranê, Şehîd Ayetullah Elî Xameneî, li Îraqê ji aliyê bi mîlyonan peyrewên wî ve hat pêşwazîkirin.