Krîza birçîbûnê li Nîjeryayê kûrtir dibe: 17 milyon kes di bin talûkeya birçîbûnê de ne
Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Nîjeryayê zêdetirî 17 mîlyon mirov di bin talûkeya birçîbûnê de ne.
Li gorî daxuyaniyek ji Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), analîza herî dawî ya ewlehiya xwarinê nîşan dide ku zêdetirî 17 mîlyon mirov li neh wîlayetên bakurê Nîjeryayê di talûkeya birçîbûnê de ne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev hejmar li gorî nirxandina berê zêdebûnek bi qasî 2 mîlyon kesan nîşan dide, û ji bo domandina alîkariya xwarin û xurek û piştgiriya lojîstîkî ya krîtîk li bakurê Nîjeryayê di şeş mehên bê de 89 mîlyon dolar ji fînansmana awarte hewce ye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hewldanên alîkariyê ji ber fikarên ewlehiyê û kêmbûna fînansmanê asteng bûne û ji 6.2 mîlyon mirovên ku li sê eyaletên bakur-rojhilat bêewlehiya xwarinê dijîn, tenê nêzîkî 740.000 kes alîkarî wergirtine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku hejmara şehîdên ku ji êrîşên rejîma sîyonîst li ser Xezzeyê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve hatine kuştin gihîştiye 73 hezar û 110î.
Rejîma îşxalker li bajarokê Şukba yê li rojavayê Ramallahê dest bi hilweşandina du xaniyên ku di bin çêkirinê de bûn kiriye, sebeb jî bê destûr hatine çêkirin nîşan dan.
Merasîma cenazeyê Rêberê Mezin ê Şoreşa Îslamî ya Îranê, Şehîd Ayetullah Elî Xameneî, li Îraqê ji aliyê bi mîlyonan peyrewên wî ve hat pêşwazîkirin.