Li Xezzeyê di nav sê rojan de 500 kes hatin şehîdkirin

Rejima sîyonîst êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê bênavber didomîne. Di nav sê rojan de 500 kes şehîd bûn. Di her 15 deqîqeyê de mirovek tê kuştin, di navbera hedefan da kon û xanîyên sîvîlan jî hene. Nexweşxaneya Endonezyayê di bin dorpêçê de ye.
Herêmên başûr û orta Xezzeyê, ji teref rejima îşxalker ve heta serê sibehê hatin hedefgirtin. Mesulê nexweşxaneyên sehrayê ku girêdayê Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê Dr. Merwan el Hums ji El Cezîreyê re axivî, wî îfade kir ku di nav sê rojên dawîn de nêzê 500 kesan şehîd bûn. Ev hejmar, tê vê maneyê de ku di her 15 deqîqeyan de mirovekî hatîye şehîdkirin.
Roja Duşemê li bakurrojavaya Xan Yûnisê malekî hat hedefgirtin, di encamê de 5 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Li bajaroka Abasana el-Kebîreya heman bajarî jî malekî hat hedefgirtin, di êrîşê de mirovek şehîd bû, 9 kes birîndar bûn. Li Benî Suheylayê jî konekî hat hedefgirtin, mirovek hat qetilkirin, 4 kes jî birîndar bûn.
Li alîyê orta Xezzeyê jî êrîş nesekinîn. Li rojavaya Kampa Penaberên Nuseyratê konên ku sîvîlên ji cîhê xwe bûbûn di nav de diman hat hedefgirtin, 3 kes şehîd bûn. Li bajara Deyr el-Belahê jî mala malbatekî hat hedefgirtin; ji heman malbatê 3 kes hatin qetilkirin. Li herêma Yermûkê jî konekî bi ÎHAyê hat hedefgirtin, 2 kes şehîd bûn, 2 kes birîndar bûn.
Ji doh heta îro li Xezzeyê herî kêm 162 kes şehîd ketin, bi dehan mirov jî birîndar bûn.
Nexweşxaneya Endonezyayê di bin dorpêçê de ye
Nexweşxaneya Endonezyaya ku li bakurê Xezzeyê ye, ji teref sîyonîstan ve hat hedefgirtin. Êrîş bi tankan hat kirin, dîwara bakurê nexweşxaneyê bi buldozeran hat xerakirin. Wesayîtekî leşkerî jî li ber derîyê bakur ê nexweşxaneyê xwe bi cîh kir û neçû cîhekî.
Tê desntîşankirin hêna jî di hindir de 55 nexweş, doxtor û hemşîre hene, ji ber bomberdmanên dijwar nikarin li hindirê nexweşxaneyê tevbigerin. Xebatkarên tenduristîyê û nexweş di bin felaketekî mezin a însanî de ne.
Bîrên avê têne hedefgirtin
Li herêma Saftawîya bakurê Xezzeyê sîvîlên ku bîrên avê vedikirin hatin hedefgirtin. Di êrîşê de 8 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Kon dîsa hatin hedefgirtgin
Li herêma Mewasî û derdorên bajarokên rojavaya Xan Yûnisê konê ku sîvîl di nav de diman hatin hedefgirtin. Di êrîşan de gelek sîvîl şehîd bûn, bi dehan jî birîndar bûn.
Berdevkê parastina sîvîl, di daxuyanîya ku da de îfade kir ku di êrîşên rejima sîyonîst de gelek malbat bi temamî tune bûn. Ji 200î zêdetir mirov jî hêna di bin kavilan de mane. Encax ji ber êrîşên dijwar û tinebûna amûran nikarin cesedên bin kavilan bêne derxistin.
Hejmarê şehîdan 53 hezarî derbas kir
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê, ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve di êrîşên rejima îşxalker de 53 hezar û 339 Filistînî şehîd bûn, 121 hezar û 34 kes jî birîndar bûn.
Rejima sîyonîst ku di 18ê Adarê de agirbestê xera kir, ji wî rojê heta niha nêzê 3 hezar û 200 kesan şehîd kir, 9 hezar mirovan birîndar kir, bi dehan mirov jî hêna winda ne. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Konseya Sîyasî ya Bilind ê Yemenê Mehdi el-Meşat weha got, “Em ji bo balafirên sîyonîstên dijmin xwedî qabîlîyetek in. Di demeke nêz de em ê derheqê van balafiran de geşedanîyên kêfxweş bi gelê xwe re parve bikin.”
Li nêzê Girava Hokkaidoya bakurê Japonyayê di mezinahîya 6,1an de erdhejek çêbû.
Li Şilîya Nîjeryayê ji ber barana barîya, lehîyeke mezin çêbû. Rayedaran îfade kirin ku di encama lehîyê de herî kêm 150 kesan canê xwe ji dest dan.
Di êrîşeke ku li bakurê Xezzeyê û Xan Yûnisê hat lidarxistin de malbatekî bi temamî tune bû, 7 kes şehîd bûn.