Li Tengava Hurmuzê rageşî: Îranê keştîyek dinê jî hedef girt
Îranê ragihand ku keştîyek ku li Tengava Hurmuzê diçû hedef girtiye.
Îranê ragihand ku keştîyeke bazirganî ya ku li Tengava Hurmuzê diçû hedef girtiye. Êrîşa li ser keştîya ku tê gotin ala Taylandê li ser e, piştî zêdebûna rageşiya di navbera Emrîka û Îranê de, fikarên navneteweyî derxistiye holê. Tê gotin ku keştî zirar dîtiye û ekîba wê gihîştiye bendergeheke ewle.
Tengava Hurmuzê xaleke stratejîk a transîtê ye, yek ji girîngtirîn boriyên petrolê yên cîhanê ye, rojane bi mîlyonan bermîl petrol ji wir derbas dibe. Êrîşên Îranê li vê herêmê di bazarên enerjiyê yên cîhanî de dibin sedema guherînên girîng. Piştî êrîşê fîyetên petrolê zêde bûn. Rêxistinên deryayî yên navneteweyî hişyarî dan keştiyên li herêmê.
Pispor bawer dikin ku Îran êrîşên xwe yên li Tengava Hurmuzê wekî amûrek ji bo zextkirina li ser Emrîkayê bikar tîne. Ew hişyar dikin ku zêdebûna aloziyên li herêmê di temînkirina enerjiya cîhanî de dikare bibe sedema pirsgirêkên cîddî. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Êrîşa rejîma sîyonîst bi balafirên bêmirov li ser xaleke kombûna sivîlan bû sedema şermezarkirina navneteweyî.
Rejîma îşxalker ragihand ku komek îşxalker ji herêma Mecdel Şems a li Bilindahiyên Golanê yên îşxalkirî derbasî axa Sûrîyeyê bûne û yên li nêzî sînor hatine girtin jî vegerandine.
Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê ragihand ku wan bi mûşekên balîstîk û dronan êrîşî armancên leşkerî yên Amerîkî li Behrêyn û Kuweytê kirine, wekî tolhildanek li hember êrîşên Amerîkî li ser binesaziya sivîl li Îranê. Kuweytê piştrast kir ku hinek leşkerên wê di êrîşan de birîndar bûne.