Li Spanyayê germahiya herî zêde: Nîvê yekem ê salê yê herî germ di 65 salên dawî de, nêzîkî 900 mirin
Li gorî raporê, germahiyên ku di şeş mehên pêşîn ên sala 2026an de li Spanyayê hatine qeydkirin gihîştine asta herî bilind a 65 salên dawî. Tê texmînkirin ku li welat ji ber germahiya zêde nêzîkî 900 kes mirine.
Enstîtuya Meteorolojiyê ya Spanyayê (AEMET) ragihand ku germahiya heyama Çile-Hezîranê 1,6 pile ji navînîyên demsalî zêdetir bûye, ku ev nîva yekem a salê ji sala 1961an vir ve germtirîn nîva yekem a salê ye.
Enstîtuyê tekez kir ku meha Hezîranê bi taybetî "bi awayekî awarte germ" bû, bi germahiyên navînî ji 3.2 pileya Celsius derbas bûn. Daxuyaniyê destnîşan kir ku her 13 germtirîn Hezîranên ku ji sala 1961an vir ve hatine qeydkirin, di sedsala 21an de pêk hatine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Cihûyên sîyonîst, di bin parastina polêsên îşxalker de, êrîşî hewşên Mizgefta Eqsayê kirin û rêûresmên Talmûdî pêk anîn.
Qeterê ragihand ku di danûstandinên nerasterast ên li Dohayê di navbera Emrîka û Îranê de hatine lidarxistin, pêşketin çêbûye.
Xezze, di pêvajoya dorpêç û êrîşa ku gihîştîye 1000 rojî de tenê herêma qetlîamek û qirkirinek nîne, ew ji erdnigarîyeke felaketê ya ku sîstema tenduristîyê hilweşîyaye, binesazî hatîye tunekirin, birçîbûnî belav bûye û bingeha demografîk hatîye guhertin re vegerîyaye. Bêtesîrbûna sîstema navneteweyî jî krîzê kûrtir kirîye.
Li bakurrojhilata Taylandê, şofêrekî ciwan bi qamyonetê li ser 8 keşeyên Budîstan derbas bû û wan kuşt, 13 kes jî birîndar bûn.