Li Spanyayê du trênên bilez li hev ketin: 46 mirî, 150 birîndar
Li Toledo ya Spanyayê, ji ber lihevketina du trênên bilez 46 kes mirin û 150 kes jî birîndar bûn. Ji ber qezayê, seferên trênên bilez ên di navbera Madrîd û Endulusê de hatin sekinandin.
Du trênên bilez li nêzîkî Toledoyê li herêma xweser a Castilla-La Mancha ya Spanyayê li hev ketin. Li gorî agahiyan, di qezayê de 46 kes mirin û 150 kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Spanyayê de, qeza li ser xeta trênê ya di navbera wargehên Los Yébenes û Urda de qewimî. Trêna bilez a Renfe ku ji Madrîdê ber bi Seville ve diçû û trênek ji hêla Iryo ve dihat xebitandin, di encamê de vagonên trênê ji rê derketin.
Vagonên trênê ji çiyayan ketin xwarê
Hat ragihandin ku ji ber lêdanê hinek vagonên trênê ji rê derketin û ketin xwarê. Piştî bûyerê, ekîbên tenduristiyê, îtfaîyeyê û xelaskirinê ji bo herêmê hatin şandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Bi fermana Serokwezîrê Iraqê Alî Falih Zeydî, peymana 69 şêwirmendên ku li ofîsa serokwezîriyê kar dikirin hatine fesihkirin.
Li Nyala, paytexta wîlayeta Darfûra Başûr a li başûrê rojavayê Sûdanê, di êrîşeke bi dronê de li ser bazarekê zêdetirî 100 kes hatin kuştin û 113 kes birîndar bûn.
Sebeba dengê teqîna ku li Bexdayê hat bihîstin hat tespîtkirin, li nêzê Herêma Kesk a Bexdayê ÎHAyek hat xistin xwarê.