Li Şerîaya Rojavayê 2 jê zarok 5 kes şehîd bûn

Li Şerîaya Rojavayê di encama êrîşa rejîma îşxalkeran de 2 jê zarok 5 kes şehîd bûn.
Wezareta Tenduristî yê Fîlîstînê daxuyand li Ya’badê leşkerên îşxalê êrîşek lidarxistin û di encama wê êrîşê de Omer Mahmud Sadiq Ebubekîr (16 salî) şehîd ket.
Çapemenîya Fîlîstînê diyar kir ku di encama êrîşê de bombeyên dengê, çek û xaza îsotê ya bijehrî jî hatin şixulandin.
Hat destnîşankirin ku terorîstên îşxalker piştî êrîşê nehiştine ku ambûlans midexele bike û di encamê de Omer Mahmud şehîd ket.
Hîva Sor a Fîlîstînê jî diyar kir birîndarên li bajaroka Ya’badê ji nexweşxaneyên li Cenînê re hatin sewqkirin.
Roja Çarşembeyê jî ji kampa El-Faraayê Muzz İbrahim Zahran (23), li başûrê bajaroka Tammûnê jî Abdurahman Îmad Xalid Bani Udeh (16) ji teref îşxalkeran ve hatin şehîdkirin.
Xeyn ji vana li Nablusê jî Fîlîstînîyekî bi navê Abdûlnasir Mustafa Rîyahî (24) hat şehîdkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Karên Hundir û Ewlekariya Neteweyî ya Xezzeyê ragihand ku Serheng Ehmed el-Kudra, Serokê Micadeleya bi Tiryakê re û Endamê Konseya Fermandariya Polêsan, li Xan Yûnisê di êrîşeke asmanî de şehîd bûye.
Erdên Filistînîyên gundê Um Safaya bakurrojhilata Ramallahê, ji teref çeteyên Cihûyî û leşkerên îşxalkeran ve hatin xerakirin. Çeteyên ku erdekî sê donim bi buldozeran xera kir, bi dehan darê mêwan ji kokê rakirin, bîrekî jî bi axê tijî kirin.
Di êrîşên rejima îşxalker ên ku li bakurê Xezze û Xan Yûnisê hedef hat girtin de 3 kes ji heman malbatê tev de herî kêm 6 Filistînê şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Rejima sîyonîst, ji bona ku dengê heqîqetê bibire dîsa çapemenîyê hedef girt. Rojnameger Hasan Abdul Fettah Îsleîh (Ebu’i-Abd) di Nexweşxaneya Nasirê ku tedawîyê didît de di encama êrîşê de hat şehîdkirin.