Li peravên giravekî Japonyayê erdhej
Li peravên Girava Hachijo ya Japonyayê erdhejeke bi şîdeta 5.5 pileyî çêbû û lerz li Tokyoyê jî hatin hîskirin.
Ajansa Meteorolojiyê ya Japonya ragihand ku erdhejeke destpêkê ya bi şîdeta 5.5 pileyî li peravên Girava Hachijo ku bi qasî 280 km li başûrê Tokyoyê ye çêbû. Erdhej li paytexta Japonya jî hat hîskirin.
Li gorî ajansa meteorolojiyê, erdhej li gorî seata herêmî saet 9:02ê êvarê, li kûrahiya nêzîkî 60 km li giravên Miyake û Mikura çêbûye û li gorî pîvana şîdeta sîsmîk a Japonyayê ya 7an bi şîdeta 3 pileyî hatiye pîvandin.
Hişyariya tsunamiyê nehat dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî, li Somalîyê nêzîkî 6 milyon kes, ku nêzîkî sêyeka nifûsa welat pêk tînin, ji ber ziwabûn, pevçûnên çekdarî û kêmbûna alîkariya navneteweyî bi kêmasiya xwarinê ya giran re rû bi rû ne.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan got ku di demekê de ku Îran di rewşek bihêz de ye û cîhan serkeftina wê nas dike çêtir e ku şer niha bi dawî bibe.
Li wîlayeta Sokoto ya bakurê rojavayê Nîjeryayê, di encama binavbûna keştîyekê de li çem herî kêm 47 kesan canê xwe ji dest dan.