Pezeşkîyan: Werin dema ku em muqtedîr in şer bidawî bikin
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkîyan got ku di demekê de ku Îran di rewşek bihêz de ye û cîhan serkeftina wê nas dike çêtir e ku şer niha bi dawî bibe.
Li gorî rapora IRNAyê, Mesûd Pezeşkîyan li Civata Giştî ya Komeleya Pizîşkên Îslamî li Tehranê axivî.
Pezeşkîyan behsa gotinên Îmam Elî yên li ser aştiyê kir û got, "Îmam Elî dibêje: 'Aştiya ku dijminê te te vedixwîne red neke; lê paşguh neke û baldar be, ji ber ku dibe ku ew bixwaze nêzîkî te bibe û te bixapîne. Hingê peymana ku te çêkiriye neşkîne; ji pabendbûna bi peymanekê mezintir fezîlet tune ye.'"
Pezeşkîyan tekez kir ku ev nayê wê wateyê ku ew ê di bersiva êrîşan de teslîm bibin û got, "Ev her du mijar ji hev cuda ne. Em ê bi tu awayî li ber zulmê serî netewînin, di vê yekê de guman tune. Em ê heta nefesa xwe ya dawî li dijî wan bisekinin û bersivek pir xurt bidin."
Pezeşkîyan, tekez kir ku divê şer bi dawî bibe û ev tişt destnîşan kir:
"Divê şer di demekê de bi dawî bibe; baştir e ku îro ev yek were kirin, dema ku hêz û rûmeta me hebe, dema ku hemû cîhan serkeftina me qebûl bike, û dema ku em tekez bikin ku Emrîkayê bi îxlalkirina hemû rêzikan êrîşî dibistan, nexweşxane û binesaziya me kir, û ew di rewşek wisa de ye ku li cîhanê nefret lê tê kirin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li gorî Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî, li Somalîyê nêzîkî 6 milyon kes, ku nêzîkî sêyeka nifûsa welat pêk tînin, ji ber ziwabûn, pevçûnên çekdarî û kêmbûna alîkariya navneteweyî bi kêmasiya xwarinê ya giran re rû bi rû ne.
Li peravên Girava Hachijo ya Japonyayê erdhejeke bi şîdeta 5.5 pileyî çêbû û lerz li Tokyoyê jî hatin hîskirin.
Li wîlayeta Sokoto ya bakurê rojavayê Nîjeryayê, di encama binavbûna keştîyekê de li çem herî kêm 47 kesan canê xwe ji dest dan.