HAMAS: Êrîşa hêzên îşxalker li ser navenda Xezzeyê îxlalkirineke cîddî ya peymana agirbestê ye
Tevgera berxwedana Îslamî Hamas tekez kir ku pêşveçûna wesayîtên leşkerî yên rejîma îşxalker ber bi rojavayê "Xeta Zer" û valakirina malan li Nuseyratê îxlalkirineke cîddî ya peymana agirbestê ye.
Hamasê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ragihandina artêşa îşxalker a destpêkirina êrîşan li navenda Xezzeyê, pêşveçûna wesayîtên wê ber bi rojavayê "Xeta Zer" ve, û derxistina bi zorê ya sivîlên di bin tehdîdê de li bakur-rojhilatê kampa Nuseyratê pêşketinên talûke û îxlalkirina eşkere ya peymana agirbestê ne.
Tevgerê diyar kir ku fermanên valakirina bi darê zorê û koçberkirina bi darê zorê ya bi hezaran sivîlan ji deverên wan ên di bin tehdîd û bombebaranê de sûcek nû li dijî sivîlan û îxlalkirina qanûna mirovî ya navneteweyî ye.
Hamasê diyar kir ku kiryarên leşkerî yên rejîma îşxalker armanc dikin ku sivîlan di deverek teng a Xezzeyê de dorpêç bikin û hikûmeta îşxalker û rêveberiya Emrîkayê bi tevahî ji encamên êrîşên sîyonîst û sûc û îxlalkirinên li dijî sivîlan ên ji ber wan pêk tên berpirsyar girt. Tevgerê her wiha civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî ji ber bêdengî û têkçûna wan a rawestandina êrîşê û temînkirina parastinê ji bo Filistîniyan berpirsyar girt.
Di vê çarçoveyê de, tevgerê daxuyaniya dawî ya "Konseya Aştiyê" şermezar kir û diyar kir ku ew bi awayekî nayê qebûlkirin ku êrîşkariya dagirkeriyê ya berdewam bi êşa qurbaniyên Filistînî re wekhev dike û rastiya îşxalkerî, dorpêçkirin û êrîşên berdewam paşguh dike.
Tevgerê bang li civaka navneteweyî, rêveberiya Emrîkayê û welatên garantîker ên peymana agirbestê kir ku ji bona ku îxlalkirinên siyonîst rawestînin tavilê mudaxele bikin, îşxalkeran neçar bikin ku êrîşên xwe rawestînin, herikîna alîkariyên mirovî û pêdiviyên rizgarkirinê bo Xezzeyê garantî bikin û sîyaseta koçberî û koçberiya bi darê zorê rawestînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li parêzgeha Belûcistan a Pakistanê, di şewata piştî lihevketina otobûseke rêwîyan bi tankereke ku gaza petrolê ya şilekirî (LPG) hildigirt de, herî kêm 10 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Komîteya Çaremîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY), sê pêşnûmebiryarên derbarê pirsgirêka Filistînê de bi piraniya dengan qebûl kirin.
Parlamentoya Îtalyayê yasaya ku bi hinceta dê rexneyên li ser sîyonîstan sînordar bike dihate nîqaşkirin, erê kir