Li Pakistanê otobusek kete çem: 40 mirÎ, 8 birîndar
Li başûrê rojavayê Pakistanê di qezayeke otobusê de 40 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li gorî rayedaran, îro danê sibê otobusek rêwiyan dema ku li ser otobanê diçû kontrola xwe winda kir û li geliyekî kevirî qulipî.
Di qezayê de 40 kes mirin, 8 kes jî bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Berdevkê hikûmeta Belûçistanê Şahîd Rind diyar kir ku qeza li herêma Dana Sar, nêzîkî sînorê di navbera wîlayeta Belûçistan û Xayber Pextunxwayê de qewimî.
Rind diyar kir ku piştî ku şofêr kontrola dîreksiyonê winda kir, otobus kete geliyê. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rûsyayê di şevekê de bi mûşek û dronan êrîşeke mezin li paytexta Ukraynayê li dijî Kîevê kir. Hat ragihandin ku di êrîşê de 30 kes mirine.
Li wîlayeta Western Cape ya Komarîya Efrîqaya Başûr otobûseke rêwîyan qulipî, di encama qezayê de 16 kesan canê xwe ji dest dan, 35 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed El-Şeybanî, di serdana xwe ya ji bo Lubnanê de diyar kir ku rayedarên Sûrîyeyê ti nerazîbûnek li hember hevdîtinên di navbera nûnerên Şamê û nûnerên tevgera Hîzbullaha Lubnanê de nîşan nedane.