Li ser Kîevê êrîşên asmanî: 30 mirî, 70 birîndar
Rûsyayê di şevekê de bi mûşek û dronan êrîşeke mezin li paytexta Ukraynayê li dijî Kîevê kir. Hat ragihandin ku di êrîşê de 30 kes mirine.
Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko bûyeran wekî yek ji êrîşên asmanî yên herî giran ên li ser bajêr ji destpêka şer ve bi nav kir.
Li gorî agahiyan, di êrîşan de, ku serê sibê dest pê kirin û bi saetan berdewam kirin, bi sedan dron û gelek mûşekên balîstîk û krûz hatin bikaranîn. Sîstemên parastina hewayî yên Ukraynayê ji bo astengkirina êrîşan hatin aktîfkirin û dengê teqînan li seranserê bajêr ji bo demek dirêj hat bihîstin.
Êrîşan li gelek deveran şewat derxistin. Li gorî agahiyan, perçeyên mûşekan li deverên niştecihbûnê û otêlekê li navenda bajêr ketine, di heman demê de beşek girîng a avahiyek apartmanan a neh qatî li qeraxa çepê ya Çemê Dnieper wêran bûye. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê hewlên xwe didomînin da ku bigihîjin kesên ku di bin xirbeyan de asê mane, û bi qasî 70 birîndar li nexweşxaneyan têne dermankirin.
Rayedaran hişyarî dan ku dibe ku hejmara miriyan zêde bibe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li başûrê rojavayê Pakistanê di qezayeke otobusê de 40 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li wîlayeta Western Cape ya Komarîya Efrîqaya Başûr otobûseke rêwîyan qulipî, di encama qezayê de 16 kesan canê xwe ji dest dan, 35 kes jî birîndar bûn.
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed El-Şeybanî, di serdana xwe ya ji bo Lubnanê de diyar kir ku rayedarên Sûrîyeyê ti nerazîbûnek li hember hevdîtinên di navbera nûnerên Şamê û nûnerên tevgera Hîzbullaha Lubnanê de nîşan nedane.