Li Pakistanê di navenda danûstandinê de şewat: 3 mirî

Li bajara Qereçîya wîlayeta Sînda Pakistanê, di avahîyekî 6 qatî de ku ji bo danûstandinê tê bikaranîtin de şewat derket, di encamê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kesan jî birîndar bûn.
Li herêma Ayeşa Menzîlê, di avahîyekî 6 qatî de ji ber sedemeke ku hêj nediyare şewat derket.
Di encama şewatê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes birîndar bûn û nêzê 300 kesan jî hatin tehlîyekirin.
Rayedaran, diyar kir ku talûkeya xerabûna avahîyê heye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Karên Hundir û Ewlekariya Neteweyî ya Xezzeyê ragihand ku Serheng Ehmed el-Kudra, Serokê Micadeleya bi Tiryakê re û Endamê Konseya Fermandariya Polêsan, li Xan Yûnisê di êrîşeke asmanî de şehîd bûye.
Erdên Filistînîyên gundê Um Safaya bakurrojhilata Ramallahê, ji teref çeteyên Cihûyî û leşkerên îşxalkeran ve hatin xerakirin. Çeteyên ku erdekî sê donim bi buldozeran xera kir, bi dehan darê mêwan ji kokê rakirin, bîrekî jî bi axê tijî kirin.
Di êrîşên rejima îşxalker ên ku li bakurê Xezze û Xan Yûnisê hedef hat girtin de 3 kes ji heman malbatê tev de herî kêm 6 Filistînê şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Rejima sîyonîst, ji bona ku dengê heqîqetê bibire dîsa çapemenîyê hedef girt. Rojnameger Hasan Abdul Fettah Îsleîh (Ebu’i-Abd) di Nexweşxaneya Nasirê ku tedawîyê didît de di encama êrîşê de hat şehîdkirin.