Li Nepalê otobûs qeza kir: 1 kes mir, 19 kes birîndar bûn
Li herêma Lalitpur a Nepalê, ji ber ku otobûseke rêwîyan li dîwarê ser rêyan qelibî, kesek mir û 19 kes jî birîndar bûn.
Li herêma Lalitpur a Nepalê, otobuseke rêwiyan ku ji Bhaktapur ber bi Satdobato ve diçû, li dîwarê ser rêya Gwarko qelibî.
Piştî xeberdayînê, ekîbên polês û tenduristiyê yên acil bo cihê bûyerê hatin şandin.
Karbidestên Daîreya Polêsan a Navçeya Lalitpur ragihandin ku di bûyerê de jineke 40 salî miriye, û 19 rêwî, ku yek ji wan di rewşeke krîtîk de ye, ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyên derdorê.
Polês diyar kir ku tê texmînkirin ku leza zêde bûye sedema qezayê û ragihand ku şofêrê otobusê hatiye binçavkirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejîma îşxalker li Xezzeyê peymana agirbestê îxlal kir, li deverên cuda yên rojhilat û başûr bi çekên otomatîk bombebaran kir û agir berda wan.
Nivîsgeha Medyayê ya Esîrên Filistînî ragihand ku Dr. Husam Ebû Safîye, ku di zindanên rejîma sîyonîst de ye, ji ber şîdeta ku lê hatiye kirin, di rewşeke krîtîk de ye û tevî şikestinên parsû û nexweşiyên kronîk, dermankirina têrker nabîne.
Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman Fîkrî Karavîl, ji bo vekolîna merhaleya duyemîn a avakirina kompleksa êtîmxaneyan û ji bo lidarxistina çend civînan, rêze serdanan li Efxenistanê kir.