Êrîşên hêzên îşxalker ên li ser Xezzeyê berdewam dikin
Rejîma îşxalker li Xezzeyê peymana agirbestê îxlal kir, li deverên cuda yên rojhilat û başûr bi çekên otomatîk bombebaran kir û agir berda wan.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li herêma Mawasî ya bajarê Xan Yûnisê di encama gulebarana rejîma îşxalker de welatiyek birîndar bûye.
Wesayîtên leşkerî gule li konên kesên bêwar ên li herêmên Mawasiya Başûr û Refah Mawasiyê reşandin.
Beşa bakur-rojhilatê bajêr jî ji aliyê rejîma îşxalker ve bi topan hate bombebarankirin. Li herêma navendî, hate ragihandin ku tankên îşxalker bi giranî gule li bakurê Kampa Penaberan a Bureijê reşandine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Nivîsgeha Medyayê ya Esîrên Filistînî ragihand ku Dr. Husam Ebû Safîye, ku di zindanên rejîma sîyonîst de ye, ji ber şîdeta ku lê hatiye kirin, di rewşeke krîtîk de ye û tevî şikestinên parsû û nexweşiyên kronîk, dermankirina têrker nabîne.
Li herêma Lalitpur a Nepalê, ji ber ku otobûseke rêwîyan li dîwarê ser rêyan qelibî, kesek mir û 19 kes jî birîndar bûn.
Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman Fîkrî Karavîl, ji bo vekolîna merhaleya duyemîn a avakirina kompleksa êtîmxaneyan û ji bo lidarxistina çend civînan, rêze serdanan li Efxenistanê kir.